Dayîka şehîd Hebûn: Em ê li xanyînan neyên rehmê!

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana konê sersaxiyê yê malbata şehîd Mezlûm Serhed kirin. Di merasîma sersaxiyê de dayîka şehîd Hebûn wiha got: “Yên ku îxanet li fedekariyên zarokên me kirine, em li wan nayên rehmê.”

Dayîka şehîd Hebûn: Em ê li xanyînan neyên rehmê!
30 tîrmeh, 2021   11:43
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê şehîd Ercan Can (Mezlûm Serhed) li bajarê Qamişlo veda. Mezlûm Serhed 28`ê Tîrmehê di encama qezayeke trafîkê de li Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîma sersaxiyê de beşdaran wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) hildan.

/ar/uploads/files/2021/07/30/101702_kyfw-athman.webp

Di destpêka merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Kêfo Osman axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Osman got ku şehîd Mezlûm Serhed ruxmî ku destê xwe winda kiribû, lê têkoşîna xwe ji bo azadiya gelan domand.

Osman bal kêşa ser êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Divê gelê Kurd li hemberî plan û komployên dijmin hişyar be. Divê em têkoşînê mezin bikin da ku destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin. Gerîla vîna me ye û em ê piştgiriya wê bikin.”

/ar/uploads/files/2021/07/30/101839_hashm-shwysh.webp

Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Haşim Şiwêş axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Dayika fermandara YPJ'ê şehîd Hebûn Dêrik, Sewriye Salih jî ev tişt gotin: “Ji bo ku ewlehî û aştî pêk were û ji bo ku em kurdistaneke azad bi hev re ava bikin, em ê zarokên xwe feda bikin.”

Fermandara YPJ'ê Medya Murad (Hebûn Sînya Dêrik) 30'yê Çileya 2015'an di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû.

/ar/uploads/files/2021/07/30/101623_thwryh-salh.webp

Sewriye destnîşan kir ku divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji xwe şerm bike ku êrişî gerîla dike û îxanetê li gelê xwe dike û got: “Malbatên şehîdan wê li xayînan neyên rehmê.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sSkFtosJTBk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>