Dagirker carek din gundên Şerayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Elqemiyê û Şewarixa yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, topbaran dike.

Dagirker carek din gundên Şerayê topbaran dikin
30 tîrmeh, 2021   11:39
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê agahî dan ku di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Elqemiyê û Şewarixa yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, topbaran dikin.

Di çend rojên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

(cx)

ANHA