Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya operasyona ewlehiyê ya li Hesekê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya operasyona ewlehiyê ya li ser daxwaza şêx û rûspiyên Hesekê daye destpêkirin, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya operasyona ewlehiyê ya li Hesekê eşkere kir
30 tîrmeh, 2021   11:27
HESEKÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildraî operasyona ewlehiyê ya li bajarê Hesekê û gundewarê wê daye destpêkirin, li navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Operasyon têkildarî sûcan û kesên ji bo edaletê tên xwestin, hatibû destpêkirin.

Daxuyanî ji aliyê berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Ebdullah Sedûn ve hate xwendin û bi dehan dezgehên ragihandinê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li ser daxwaza şêx û rûspiyên eşîran li bajarê Hesekê û gundewarê wê û piştî zêdebûna bûyerên kuştinê, gefxwarin û wiha bikaranîna madeyên hişbir, hêzên me ji bo şopandina kesên ku li dijî gel sûc kirine, operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

Hêzên me di 28'ê Tîrmehê de, operasyona ewlehiyê ya ku li nava bajarê Hesekê û gundewarê wê dabû destpêkirin bi dawî kir. Di operasyonê de 42 kesên ku sûcên cur bi cur li dijî şêniyan pê kanîne, hatin girtin. Her wiha hejmareke çekên Kilaşnîkov, bombekşên, miqdarek cebilxane û hejmareke telefonên destan û cilên leşkerî hatin desteserkirin, ku wan kesan cilên leşkerî ji bo pêkanîna karên qirêj ên ji bo belavkirina tevlîheviyê û têkbirina aramî û îstiqrarê bi kar dianîn.

Wekî Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em soza paratina ewlehî û aramiyê û mal û milkên gelê xwe li hemû herêman, dubare dikin. Em bang li şêniyan dikin ku bi me re hevkar bin û dema ku rastî destdirêjiyê hatin gilînameyên xwe pêşkêş bikin, em soz didin ku em ê wan gilînameyan bişopînin û li dijî her kesê ku daxwaze vîna gelê me û jiyana hevbeş têk bibe, bisekinin."

(dx)

ANHA