ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin

Kamereya ANHA'yê encamên topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser gundê Gozeliyê yê Til Temirê şopandin. Şêniyên gund ên ji ber êrişan li çolan xew dike gotin, dagirker bêserûber gund topbaran dikin.

ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
ANHA'yê encamên êrişên li ser  gundê Gozeliyê şopandin
30 tîrmeh, 2021   01:42
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Di rojên dawî de, leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bêserûberên li dijî gundên Til Temirê zêde kirin. Di encamê de gelek kes koçber bûn û ziyanên mezin gihiştin milkên wan û milkên giştî.

Giraniya êrişan li ser gundên Gozeliyê yê rojavayê navçeya Til Temirê yê li beramberî rêya M4 bû. Di van êrişan de dibistana gund rasterast bû hedef, ji ber ziyanên mezin dibistan ji xizmetê derekt. Li hemberî van êrişên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin, dewletên garantor û civaka navneteweyî bêdeng in.

ANHA'yê xwe gihand gund, ziyanên ku ji ber topbaranê çêbûye şopand û nêrînên gundiyan girtin.

' SÛCÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI DIJÎ ME ZILM E'

Behrî Şêxmûs diyar kir ku ji ber dijwariya topbaranê ziyanên mezin gihiştin milkên wî û got: "Ji ber topbaranê odeyeke mala min wêran bû, her wiha dibistana gund jî wêran bû. Dîsa ziyan gihiştin sewalên me. Êdî me nema dikarin rizqê xwe biparêzin."

Şêxmûs destnîşan kir ku wan jin û zarok ji gund derxistin û kesên mezin li gund man da ku parastina milkan bikin.

Behrî Şêxmûs sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi "Kifir û zilm" bi nav kirin û wiha got: "Ji bilî aştiyê em tiştekî din naxwazin, ji dema ku dagirkeriya Tirk gihiştiye nêz gund, ji ber sûcên wê em di tirsê de ne."

'JI BER TOPBARANA BÊSERÛBER EM LI ÇOLAN RADIZÊN'

Jina bi navê Genta Mirî jî diyar kir ku ji ber êrişên bêserûbr ew li çolan radizên û wiha domand: "Em li çolan radizên, bi roj em vedigerin malên xwe. Wekî tu jî dibînî av û kehrebe jî tunene."

Genta Mirî di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin, sûcên dagirkeriya Tirk rawestînin, wê ji herêmê dûr bixe û çareseriyekê peyda bikin d ku sivîl bi ewle li malên xwe bijîn.

Gundê Gozeliyê bi qasî 300 mîtreyan nêzî nuqteyên dagirkeran e.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cs0Hm0nIv2k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>