Jinên Dêrazorê xwestin Rêveberiya Xweser fermî were naskirin

Jinên Dêrazorê diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û nûnertiya vîna pêkhateyan dike. Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku rêveberiyê nas bike.

Jinên Dêrazorê xwestin Rêveberiya Xweser fermî were naskirin
29 tîrmeh, 2021   23:37
DÊRAZOR

Jinên ji gundewêr Dêrazorê ji ANHA'yê re axivîn û diyar kir ku Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye.

Hela Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser rêveberiya gel e, ji dema ku Dêrazor ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin ve, vê projeyê serkeftina xwe îsbat kir û tevî derfetên kêm dikare ewlehiya aborî, civakî û siyasî peyda bike.

Hela Îbrahîm sedema serkeftina projeya Rêveberiya Xweser spart aktîvkirina meclisan û beşdarbûna gel di rêveberiyê de û got, projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye.

' HER FERDEK DIKARE XWE DI RÊVEBERIYÊ DE BIBÎNE'

Hela bi domdarî got, Rêveberiya Xweser r xeta demokratîk temsîl dike ku her ferdek dikare azadî û baweriya xwe pêk bîne û cihê xwe tê de bigire.

Hela Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de banga naskirina Rêveberiya Xweser kir û hêvî kir ku ev proje li tevahî Sûriyê were pêkanîn.

'PARA HERÎ MEZIN A JINAN E'

Hevseroka Şaredariya Gel a Baxozê Şemsa Elî Şilaş bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bike û wiha got: "Ev proje çareseriya yekane ji aloziya li Sûriyê ye, ji ber ku projeyeke demokratîk e ya ku nûnertiya îradeya gelan dike."

Şemsa Şilaş îşaret pê kir ku rêveberiyê destek da tevahî gelan û mafên wan misoger kir û got, para herî mezin di vê rêveberiyê, qadên siyasî, civakî û çandî de ya jinan e.

Şemsa Şilaş her wiha got: "Tevî derfetên kêm Rêveberiya Xweser tevahî xizmet, desteka manewî pêşkêş kirin, xak parast û li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide, şerê ajnîdeyên hundirîn û derve yên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê dike."

Hevseroka Şaredariya Gel a Baxozê Şemsa Şilaş di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman û bang li civaka navneteweyî kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin û piştgiriya wê bike da ku bi pêş bikeve.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ylew2PvqPog" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>