Mîhrîcana  Dîlanan a Ronahî Bawer a 5'emîn li Hesekê dest pê kir

Bi beşdarbûna 16 komên dîlanan, Mîhrîcana Dîlanan a Ronahî Bawer a 5'emîn li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Her dîlaneke çîroeke û her çîrokek dîrokek e" li bajarê Hesekê dest pê kir.

29 tîrmeh, 2021   19:38
HESEKÊ

Mîhrîcan bi meşekê dest pê kir. Meşa bi diruşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa azadî û rûmetê" hatî organîzekirin ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a taxa Miftî dest pê kir.

Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cilên xwe yên folklorî beşdarî meşê bûn û li dijî êrişên dagirkeriyê dirûşme berz kirin.

Meş li ber navenda Serdemê ya Çandê ya Ii taxa Mişêrfê bi dawî bû û li hola mîhrîcanê deqeyeke rêz hate girtin.

Paşê dayika şehîd Ronahî Bawer, Emîna Hisên mîhrîcan li beşdaran û tevahî cangoriyên azadiyê pîroz kir û got: "Lidarxistina mîhrîcanê di demekê de ku komplo li ser herêmê têne plankirin, serkeftina tevahî pêkhateyan e."

Berpirsên mîhrîcanê malbata şehîd Ronahî Bawer xelat kir.

Bi navê Tevgera Çand û Hunerê Nesrîn Botan jî bixêrhatina beşdaran kir û anî ziman ku Rohilata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybet xwedî piraniya gelan û folkloreke qedîm e.

Nesrîn Botan diyar kir ku mîhrîcanê dê sê rojan dewam bike, dê dîlanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Tebqa heta Dêrikê werin pêşandan.

Bi navê komîteya amadekar a mîhrîcanê Dîma Elî, lidarxistina mîhrîcnê li rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û gerîlayan pîroz kir û got, armanca mîhrîcanê vejandina folklora gelên herêmê ye.

Piştî axaftinan, belgefîlmeke li ser têkoşîna şehîd Ronahî Bawer hate pêşandan.

Çalakiya roja yekemîn a mîhrîcanê bi gerandina dîlanên follklorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hrtFDZJTWsw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>