Şehîdên meha Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn

Şehîdên meha Tîrmehê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hatin bi bîranîn.

Şehîdên meha Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn
Şehîdên meha Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn
29 tîrmeh, 2021   19:03
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê 265 şehîdên meha Tîrmehê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle bi bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Îzet Hemo axivî, soza "Şopandina xeta şehîdan, berxwedêrên di girtîgehan de û fikirê rêber Abdullah Ocalan" da .

Îzet anî ziman ku ji destpêka Şoreşa Rojava be bi hezaran şehîd ev goristan xemilandine û got: "Em ê ji tiştekî netirsin, em ê şopdarên xeta şehîdan bin û serkeftin dê para me be."

Di dawiyê e mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(bb)

ANHA