Li Şedadê şehîd hatin bibîranîn

Li navçeya Şedadê 47 şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bibîranîn.

Li Şedadê şehîd hatin bibîranîn
29 tîrmeh, 2021   14:44
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê merasîma bîranîna 47 şehîdên YPG, YPJ, QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hola meclisê ya navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl ên navçeyê û şênî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewda El-Heybî axivî û bal kişand ser rola şehîdan a ji bo azadî û parastina şêniyan ji zulm û hovîtiyê DAIŞ’ê.

El-Heybî wiha got: "Şehîd meşaleyên ronahî û pêşengên me ne û soza xwe nû dikin ku rêça şehîdan bişopînin."

Li ser navên malbatên şehîdan gelek axaftin hatin kirin. Malbatan gotin, ew bi şehîdên xwe serbilind in, ji ber wan canê xwe di oxira azadî û aştiyê de da.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî El-Nicûm axivî û wiha got: "Şehîdan rêxistina herî teror di cîhanê de têk bir, li şûna tevahî cîhanê şerê DAIŞ'ê kir. Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan û pêkanîna ewlehî û aramiyê li hember terorê tê bikoşin."

Piştî axaftinê nasnameyên 47 şehîdan ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Deham El-Ferec ve hatin xwendin.

Di merasîmê de li ser şehîdan helbest hatin xwendin. Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jPYozRe3EKk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>