​​​​​​​2’yemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê sibe dest pê dike

2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê sibe bi diruşma"Bi yekitiya Jinan em ê şoreşa demokrasiyê ava bikin" dest pê dike.

​​​​​​​2’yemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê sibe dest pê dike
29 tîrmeh, 2021   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên jinan, sibe li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi diruşma "Bi yekitiya Jinan em ê şoreşa demokrasiyê ava bikin" 2’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirêjahiya 30 û 31’ê Tîrmehê, li dar dixin.

Tê payîn di kongreyê de li ser dozên jinan li Rojhilata Navîn û Afrîkayê û rola jinan di krîz û şerên tê re derbas bûne, werin nîqaşkirin.

Di kongreyê de dê 100 delegeyên ji dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê; Sûriye, Lubnan, Îran, Iraq, Filistîn, Tunis, Sûdan, Lîbya, Mexrib, Urdin, Misir û gelek dewletên din ên ereb û herêmê beşdar bibin.

Ji rêxistinên jinan ên ku dê beşdarî kongreyê bibin; ji Lubnanê Weqfa Jîn a Jinan, Weqfa Newroz a Çanda Civakî, Komeleya Jinên Demokrat ên Lubnanê, Weqfa Jinan a Iraqê, Komeleya Tunisê ya Jinên Demokrat, Weqfa Komîteyên Jinên Filistînê, Tevgera Jinên Azad li Tirkiyê, Rêxistina Jinên Îranî li Hamburgê, ji Sûriyê jî Kongreya Star û Meclisa Jinên Sûriyê.

Ji bo parastina beşdaran ji vîrusa Koronayê hejmara beşdaran hat kêmkirin û tenê dê 100 delege beşdar bibin. Lê diviyabû 300 delege beşdar bibûna. Dê nêzî 200 delegeyên ji tevahî dewletan ku nikarin biçin Beyrûtê û beşdarî kongreyê bibin bi rêya online û zoomê beşdar bibin.

1’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di 2013’yan de li Amedê yê Bakurê Kurdistanê li dar ket.

(fr)

ANHA