​​​​​​​Zelal Ceger: Heke şerekî navxweyî derkeve dê gelê Rojava bêdeng nemîne

Zelal Ceger têkildarî daxuyaniya HPG'ê ya şehîdxistina grîlayan di êrişa hêzên PDK' de  got, heke şerekê birakujiyê derkeve dê Rojava bêdeng nemîne.

​​​​​​​Zelal Ceger: Heke şerekî navxweyî derkeve dê gelê Rojava bêdeng nemîne
29 tîrmeh, 2021   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Hêzên Parastina Gel (HPG) îro di daxuyaniyekî de ragihand ku ji 26'ê Tîrmehê ve agahî ji komeke hêzên wan ve nayê girtin û got, agahî ji şêniyên herêmê hatin girtin ku hêzên ser bi PDK'ê ve kom dorpêç kiriye û êriş pêk aniye, di encamê de hejmarek gerîla şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) got: "Ev agahî ji bo me bi êş e." Zelal Ceger diyar kir ku HPG'ê di gelek daxuyaniyan de banga heramkirina şerê navxweyî kir û û got ku naxwaze bi PDK'ê re şer bike.

Zelal Ceger destnîşan kir ku hewldanên şerê navxweyî di navbera PDK û PKK'ê de lîstokeke ku ji aliyê dewelata Tirk a dagirker ve tê kirin û wiha domand: "Da ku Peymana Lozanê li dijî gelê Kurd pêk bîne û kurdan ji hev parçe bike, gelê Kurd dûrî nasname û çandê wê bike. Dewleta Tirk gelek lîstokan dike. Di nav de hevkariya wê ya bi PDK'ê re mîna zindîkirina Peymana Lozanê li ser Kurdistanê ye."

Hevseroka TEV-DEM'ê anî ziman ku pêwîst e rayedarên PDK'ê rastiya bûyerên ku di 26'ê Tîrmehê de li herêma Xelîfanêqewimîne eşkere bike û got: "Divê PDK'ê çi li wir qewimî be eşkere bike, gelo ew gerîla şehîd bûne an çi li wan hatiye."

'TIRKIYÊ JI BO DAGIRKIRINA KURDISTANÊ RÊBAZÊN QIRÊJ'

Zelal Ceger diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû hewldanan dike da ku Kurdistanê dagir bike û hemû rêbazên qirêj bi kar tîne da ku vê armancê pêk bîne, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û bicihûna li çiyayên Kurdistanê bi hinceta ku HPG'ê li wir hene bê bingeh in. Her wiha destnîşan kir ku Erdogan û hevkarên wê planên nû li dijî gelê Kurd pêk tîne da ku Kurd di sedsala 21'an de neghêjin mafên xwe yên rewa.

Zelal Ceger daxuyand ku Kurd ji bo mafên xwe yê rewa û nasnameya xwe tê dikoşe, lê dewleta Tirk a dagirekr bi hevkariyeke xurt bi PDK'ê re ji bo têkbirina destekftiyên Kurdan û têkoşîna wan dixebitin.

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger di berdewama axaftinên xwe de anî ziman ku pêwîst e PDK'ê hêzên xwe ji qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê vekişîne û got: "Em gelê Kurd bang li PDK'ê dikin ku têkiliyên xwe yên li ser esasê dijberiya doza Kurd ên bi dewleta Tirk a dagirker re qut bike."

'HEGER PDK'Ê PARIYEKE KURDÎ BE, BILA TÊKILIYÊN XWE BI TIRKIYÊ RE QUT BIKE'

Zelal Ceger bi berdewama axaftina xwe de got: "AKP'ê ya serwer ne dijminê beşek an pariyeke kurdî ye, lê belê dijminê tevahî gelê Kurd, bi domdarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike. PDK'ê dibêje ku ew pariyeke Kurdistanî ye, heger partiyeke Kurdistanî be bela tavilê têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re qut bike û li gelê Kurd û daxwazên wê guhdar bike."

Hevseroka TEV-DEM'ê diyar kir ku tevahî gelê Kurd li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ye ya ku şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike û wiha pê de çû: "Tevahî gelê Kurd li dijî şerê navxweyî غe, hemû dizanin ku heger şerekî navxweyî derkeve dê bandorên wê li ser tevahî parçeyên Kurdistanê xirab bin. Heger şerekî navxweyî derkeve dê gelê Rojava bêdeng nemîne."

Têkildarî bûyera li herêma Xelêfan jê, Zelal Ceger destnîşan kir ku ev bûyer bandoreke mezin li gelê Kurd dike û wiha diyar kir: "Ev siyaset xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike. Divê PDK'ê rastiya vê bûyerê, heger nêzîkatiyên kesayetî yên hin fermandarên wê bin an jî ji aliyê fermandariya giştî ya partiyê be eşkere bike."

'ÊDÎ BESE XIYANETÎ'

Zelal Ceger îşaret pê kir ku pêwîste PDK li ser maseya diyalogan bi PKK'ê re rûnê û pirsgirêkan çareser bike û diyar kir ku şerê navxweyî dê bandorê li gelê Kurd bi giştî bike û serkeftina doza kurdî bi yekitiyê pêkan e.

Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ceger bang li gelê Kurd kir ku li hemberî kiryarên PDK'ê helwesteke xurt nîşan bide û got: "Dem dema ku em bêjin êdî bes e, bes ji hevkariya bi dewleta Tirk a dagirekr re, bes e xiyanet."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z6Or3Ungdhw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>