MSD`ê biryara ferzkirina cezayan li ser kujerên Hevrîn Xelef erênî nirxand

MSD`ê biryara Amerîkayê ya ferzkirina cezayan li ser kujerên şehîd Hevrîn Xelef bi “pêşketineke balkêş” bi nav kir û diyar kir ku ew biryar rastiya helwesta wan li hemberî rola komên tundraw yên girêdayî Tirkiyê piştrast dike.

MSD`ê biryara ferzkirina cezayan li ser kujerên Hevrîn Xelef erênî nirxand
29 tîrmeh, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî cezayên ku Amerîkayê li ser hinek kesan ferz kirine, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da raya giştî û ew biryar bi “pêşketineke balkêş” bi nav kir.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser cezayên ku Nivîsgeha Çavdêriyê ya Semyanên Biyanî ya girêdayî Wezareta Gencîneya Amerîkayê (OFAC) li ser komek kesan û hin aliyên li Sûriyê ferz kirine û di nav de komên girêdayî hkumeta Şamê û koma Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku sûcên hovane li dijî mafên mirovan pêk anîne û got: “Ev pêşketineke balkêş e ji aliyê nivîsgehê ku sûcên koma Ehrar El-Şerqiyê yên li dijî sivîlanbi taybet kurdên Sûriyê nas kir. Jê qetilkirina hevala me şehîd Hevrîn Xelef û revandin gelek kesan. Li rex wê jî gelek endamên DAIŞ`ê tev li koma xwe kirin û asta kiryarên xwe yên hovane li dijî şêniyan zêde kirin.”

'BIRYAR XWEDÎ NÎŞANEYÊN GIRÎNG E'

MSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev biryar xwedî nîşaneyên girîng e bi taybet têkildarî helwesta navneteweyî ya li hemberî aloziya Sûriyê. MSD`ê destnîşan kir ku ev pêşketin rastiya helwest û nêrînên wam yên der barê rola komên çeteyên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de piştrast dike, ku nexwedî fikr û ajandeyên nîştimanî ne, tenê xwedî fikrên tundrew in û sûcên hovane li dijî sûriyan pêk tînin.

MSD`ê daxuyand ku ev biryar girêdayî raporeke berê ye ku bi navê Bazirganiya Mirovan ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di 1`ê Tîrmehê de hatiye weşandin. Di wê raporê de navê dewleta Tirk wek dewletekê ku têkiliyên wê di leşkerkirina zarokan de heye hat bibîrxistin. Her wiha di wê raporê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên Firqet Sultan Murad ên li Sûriyê ku komeke girêdayî wê ye û zarokan di şerên xwe de bi kar tîne.

BANGEWAZÎ JI BO CIVAKA NAVNETEWEYÎ

MSD`ê di daxuyaniya xwe de berdewamkirina xeteriya komên girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ya li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kurdan piştrast kir û da zanîn ku ji ber binkeftina DAIŞ`ê li ser destê hêzên herêmê, ew tola xwe ji şêniyan hiltînin, bi zanabûn wan didin koçberkirin û demografiya herêmê diguherînin. Ji ber wê MSDÊ`ê di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê her time v kom werin şopandin bi taybet piştî agahiyên der barê avabûna odeyeke nû ya êrişan de ji aliyê van koman ve ku dewleta Tirk yekser çavdêriya wê dike û niyet dikin ku herêmên din bikin hedef ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne. 

MSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van koman bi berpirsyariyên xwe rabin û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê wê ya li hemberî DAIŞ`ê de bikin. Her wiha girîngiya desteka navneteweyî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser asta siyasî destnîşan kir bi şerta ku hemû sûrî tê de beşdar bin.

 (şx)

ANHA