Desteya Berevaniya Rêber Ocalan: Divê CPT demildest serdana Îmraliyê bike

Desteya Berevaniya Rêber Abdullah Ocalan bang li rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî û di serî de CPT kir ku bi awayekî demlidest serdana Îmraliyê bike û rewşa Ocalan a di zindanê de bi raporekê şîrove bike.

Desteya Berevaniya Rêber Ocalan: Divê CPT demildest serdana Îmraliyê bike
29 tîrmeh, 2021   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Berevaniya Rêber Abdullah Ocalan têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

"Em wekî Desteya berevaniya rêzdar Abdullah Ocalan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî  agahiyên ku bi rêya parêzerên wî yên di Nivîsgeha Serdemê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji me re hatiye, ku ji ber tecrîda giran û nedestûrdayîna ku parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin bike, der barê tenduristiya  rêzdar Abdullah Ocalan tu agahî nayê zanîn.  Ev jî wekî  binpêkirina mafên mirovan e û ev jî li gorî qanûnên navneteweyî, sûceke. Di heman demê de, binpêkirina destûr û qanûnên Tirkiyê ye.

CPT ya girêdayî NY`yê di rapora xwe ya dawî de ya der barê rewşa rêzdar Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê ya li Tirkiyê, anî ziman ku Ocalan rastî îşkence û tecrîdê hatiye.

Li ser vî esasî em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahiyê yên herêmî û navneteweyî û di serî de CPT dikin ku bi erka xwe ya qanûnî û exlaqî rabin û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku biryarên wê yên yên tecrîdê yên li dijî rêzdar Abdullah Ocalan bidawî bike û destûrê bide ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di heman demê de, divê bi awayekî demlidest derdana Îmraliyê bike û rewşa rêzdar Abdullah Ocalan nas bike û raporekê der barê rewşa wî li zindanê, biweşîne."

(kc)

ANHA