Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 kesên beşdarî sûca qetilkirina Eyde bûne, girtin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan 4 kesên beşdarî qetilkirina zaroka bi navê Eyde bûne, girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 kesên beşdarî sûca qetilkirina Eyde bûne, girtin
28 tîrmeh, 2021   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek der barê sûca qetilkirina zaroka bi navê Eyde El-Bedir ku li gundewarê Hesekê di 28’ê Hezîrana borî de çêbû, da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 28’ê Hezîranê de sûcekî hovane li dijî zaroka bi navê Eyde bi destê bira û apên wê li gundewarê bakurê Hesekê bi îdîaya rûmetê çêbû. Di encama wê sûca hovane de hêzên me dest bi lêpirîsna fireh kir, ku qatilên Eyde bigirin. Bi wê re hêzên me 4 kesên beşdarî sûcê qetilkirinê bûne girtin. Ew jî birayên Eyde û du apên wê ne, lê kesekî din jî ku beşdar e nehat gitin. Dê hêzên me wî jî bigirin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gelê xwe re piştrast dikin ku em di parastina ewlehî û aramiyê de berdewam in, her tim ji bo parastina mafên mirovan dixebitin û soz didin gelê xwe ku em ê li hember van kiryar û sûcên dermirovî tê bikoşin, heta bi dawî dikin."

(fr)

ANHA