Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest

Şêniyên Dêrikê, navçeyên wê û birîndarên şer sersaxî ji malbatên şehîd Mihemed Hebîb Ozdaş (Rêber Amed) û şehîd Yusif Yusif (Xişman) re ku li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk şer kirin û gihaştin asta şehadetê,  xwest.

Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
Şêniyên Dêrikê sersaxiya malbatên şehîd Rêber Amed û Xişman xwest
28 tîrmeh, 2021   19:02
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Koçerat û Beravê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û sersaxî ji malbatên şehîd Yusif Yusif û şehîd Mihemed Ozdaş re xwest.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokrat (PYD), Kongreya Star û Birîndarên Şer axaftin hatin kirin. Axîveran sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya gelê Kurd re xwest, her wiha bal kişand ser berdêlên ku Hêzên Parastina Gel (HPG) bi armanca parastina rûmet û nirxên tevahiya mirovahiyê dane, kir. Kesên axivîn piştrast kir ku ger ne ji berdêlên ku şehîdan dane bûya, ev destkeftî bi dest nediketin.

Axîveran îşaret pê kir ku qonaxa ku Kurdistan tê re derbas dibe; qonaxeke hestiyar, li dijî wê êriş û guhartina demografîk heye. Ji lew re di vê qonaxa hestiyar û dîrokî de pêwîstî bi yekitiya Kurdan heye, her wiha divê nekevin xefka planên dijminên gelê Kurd.

Piştî axaftin bi dawî bûn, peyama hevjîna şehîd Mihemed Ozdaş hat xwendin ku spasiya şêniyan a sersaxiyê kir û soza şopandina rêça hevjînê xwe heta pêkanîna armancan da.

Dûvre Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OrjMPd6hEwY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>