Li Herêma Cizîrê turnoveya goka pîngbonê

Rêxistina Tedemerto ya Geşepêdan û Hevgirtina Civakî bi hevakriya Rêxistina Şar a Geşepêdan û bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê re turnoveya Sepro (Emel) a pîngbonê li dar xist ku tevahî lîstokvanên Herêma Cizîrê beşdar bûn.

Li Herêma Cizîrê turnoveya goka pîngbonê
Li Herêma Cizîrê turnoveya goka pîngbonê
Li Herêma Cizîrê turnoveya goka pîngbonê
Li Herêma Cizîrê turnoveya goka pîngbonê
28 tîrmeh, 2021   18:25
QAMIŞLO

Îro yekemîn lîstika turnoveyê li dar ket û dê li hola Dêra Suryan a Katolîk a li taxa Wista ya Qamişlo sê rojan dewam bike.

Têkildarî hûrgiliyên turnoveyê gerînendeya Rêxistina Tedemerto ya Geşepêdan û Hevgirtina Civakî Rîm Şemûn ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me yekemîn însiyatîf li dar xist û me xwest ku werzîş be, armanca vê çalakiyê ji vê lîstikê  komkirina pêkhateyên Cizîrê yên cuda çêbibe. Ev werzîş lezbûnê, lîstika komî û bedenê xurt dike."

Rîm wiha domand: "Me xwest yekemîn însiyatîfên me werzîş be, ji ber wekî tê gotin; spor jiyan e. Werzîş ji yekemîn çalakiyên ku li dijî nijadperestiyê şer kir û sekinî."

Gerînendeya Rêxistina Tedemerto ya Geşepêdan û Hevgirtina Civakî Rîm Şemûn diyar kir  ku 21 lîstikvanên ji tîmên cuda yên pîngbûnê yên ji herêma Cizîrê tev li turnoveyê bûn û ev lê zêde kir: "Tîm ji 4 koman pêk tê, kesên ku di turnoveyê de bi ser bikevin dê tev li çarîka dawî bibin û nîvê dawî bibe. Di 31’ê Tîrmehê de jî dê maça dawî li dar bikeve."

Çalakiyên turnoveya pîngbûnê dê bi belavkirina xelatên ji her sê rêzên destpêkê re bi dawî bibin.

(eh)

ANHA