Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin

Di salvegera komkujiya Til Hasil û Til Eranê de, Meclisa Kantona Şehbayê bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyeke lêpirsîn û eşkerekirina sûcên delweta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan ava bike.

Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin
Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin
Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin
Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin
Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin
Di salvegera komkujiyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê hate kirin
27 tîrmeh, 2021   13:44
ŞEHBA

Komên çete di 27’ê Tîrmeha 2013’yan de êrişî bajarokên Til Hasil û Til Eranê kirin, di encamê bi dehan şêniyên şehîd bûn.

Bi boneya salvegera komkujiyê bi dehan şêniyên kantona Şehbayê, rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî li pêşiya navneda Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafînê kom bûn û daxuyanî da. Di kombûnê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdên komkujiyê hildan.

Endama Meclisa Kantona Şehbayê Rifa El-Ehmed daxuyand xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, berêvara 27’ê Tîrmeha 2013’yan, komên çete yên qaşo Artêşa Azad ên desteka xwe ji dewleta Tirk digirin êrişî gundên Til Eran û Til Hasilê kir, rasterast gule li sivîlan reşandin û her du gund ji tevahî aliyan ve dorpêç kirin.

Hate gotin, di encama êrişê de bi dehan şêniyên her du gundan şehîd bûn û tevahî mal û milkên şêniyan bi navê xenîmetê hatin dizîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin komkujî û binpêkirinên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin û hate gotin ev sûc li pêşberî çavê cîhanê didomin, bêyî ku li hemberî wê erka xwe ya exlaqî û qanûnî pêk bînin.

Meclisa Kantona Şehbayê di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewaeyî û NY’yê kir ku komîteyeke lêpirsîna rastiyan û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji kom, DAIŞ’ê û El-Nusra yên li dijî sivîl û gelê Kurd ava bikin û dagirkirina bakurê Sûriyê bi dawî bikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, şênî beşdarî çalakiya bîranînê bûn ku li navenda Şehîd Axîn Welat hat lidarxistin. Di çalakiyên de sînevîzyoneke li ser komkujî û berxwedana şêniyên Til Hasil û Til Eranê hat pêşandan.

Piştî wê Mihemed Weysî helbestên li ser Til Hasil û Til Eran xwendin.

Koma Beram El-Şehba li ser berxwedana her du gundan stran gotin û koma Rebî El-Şehba stranên folklorî gotin.

(fr)

ANHA