Rûsya derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk bombebaran kir

Piştî çend saetan ji êrişên Rûsyayê yên li dijî gundewarê Hemayê, derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk a li gundewarê Idlibê bombebaran kir.

Rûsya derdora nuqteyeke dagirkeriya Tirk bombebaran kir
27 tîrmeh, 2021   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên Rûsyayê 10 êriş li dijî bajarokê Kensefra û derdora nuqteya Tirkiyê ya li bajarokê El-Bare yê gundewarê başûrê Idlibê pêk anî. Agahiyên têkildarî wendahiyan tune ne.

Beriyê vê jî, balafirên Rûsyayê herêmên Sermaniyê û Diwêr El-Ekrad ên rojavayî Hemayê bombebaran kirin. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê bi moşkan herêmê El-Aliya ya gundewarên rojavayî Idlibê topbaran kir. Der barê windahiyan de tu agahî nehatin ragihandin.

(eh)