Çavkaniyên ji Efrînê: Çete li her dareke zeytûnê bacên mezin ferz dikin

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagiker û meclisa herêmî ya girêdayî istixbarata Tirkiyê, li gund û navçeyên Efrînê li ser her dareke zeytûnê ya şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, bacên mezin ferz kir.

Çavkaniyên ji Efrînê: Çete li her dareke zeytûnê bacên mezin ferz dikin
27 tîrmeh, 2021   13:00
 ŞEHBA

Bi nêzîkbûna mewsima çinîna zeytûnan re, çeteyên koma “Furqet El-Hemze” ku li gundên Keferdelê jêrîn û Keferdelê jorîn yên girêdayî navçeya Cindirêsê, her wiha li gundê Maratê, gundê Mezin, Gazê û Cûqê yên girêdayî navenda bajarê Efrînê bi cih dibin, li ser her dareke zeytûnê ya girêdayî şêniyên Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin, 8 dolar ferz kir.

Li gorî çavkanî, meclisa herêmî ya kantona Efrînê ya girêdayî dagirkeriya Tirk û bi fermana çeteyên El-Hemze û îstixbarata Tirkiyê di 23`ê Hezîrana borî de ji muxtarên gundên navborî xwest ku serjimariyekê ji milkên şêniyên Efrînê yên koçber bûne re, çêbike û ji wekîlên wan bixwazin ku têkildarî darên zeytûnan ên li wan gundan agahiyên zelal amade bikin.

Çavkanî destnîşan kir ku piştî ku meclisa herêmî û muxtarên gundên Kerferdelê, Gazê, gundê Mezin, Maratê û Cûqê serjimarî ji milkên şêniyên hatine koçberkirin re çêkir, çeteyên “Furqet El-Hemze” ya bi serkêşiya serçete Mutez Ebdulah li ser her dareke zeytûnê ji bo 3 salan 8 dolar wekî bac ferz kir.  Li hemberê wê yekê dê bihêlin ku wekîlên koçberên Efrînê karibin xizmeta darên wan bikin.

Li gorî çavkanî, ferzkirina bacên mezin li ser şêniyan heta 3 salan barê wekîlan giran kir û wê êdî nikaribin xizmetê daran bikin. Nexasim li gel bilindbûna nirxê madeyan û bi taybetî madeyên sotemeniyê, ku bi wê re lêçûna xizmetkirina erdan û pêdiviyên din ên çandiniyê jî zêde dibe.

Çavkanî her wiha piştrast kir ku ferzkirina bacan li xwediyên kargehan û şêniyên hemwextî nêzîkbûna mewsima çinîna zeytûnan pêk tê, bi wê yekê dê berhema çandiniyê di navbera şênî û çeteyan de bê dabeşkirin.

(cx)

ANHA