Rûsyayê gundewarên Hemayê bombebaran kir

Balafirên Rûsyayê 8 êriş li dijî gundewarên Hemayê pêk anîn. Her wiha hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê û Firqeya 4`an jî bajarê Derayê, topbaran kir .

Rûsyayê gundewarên Hemayê bombebaran kir
27 tîrmeh, 2021   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên Rûsyayê herêmên Sermaniyê û Diwêr El-Ekrad a li gundewarên rojavayî Hemayê bombebaran kir. Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê bi moşkan herêmê El-Aliya ya gundewarên rojavayî Idlibê topbaran kir. Der barê windahiyan de tu agahî nehatin bidestxistin.

SOHR'ê ragihand ku Firqeya 4`an ya girêdayî hikumeta  Şamê derdora rêya bendavê û herêma Behar a Derayê hedef girt.

SOHR'ê destnîşan kir ku Firqeya 4`an roja Yekşemê ji Şamê sewqiyetên leşkerî derbasî Derayê kir.

(dm)