'DAIŞ hewl dide bikeve hundirê Siwêdayê'

Çalavanan belgeyek ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye belavkirin, eşkere kir. Li gorî belgeyê, DAIŞ niyet dike ku bikeve hundir parêzgeha Siwêdayê û êrişên terorî pêk bîne.

'DAIŞ hewl dide bikeve hundirê Siwêdayê'
27 tîrmeh, 2021   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnemaya “Şerq El-Ewsat” diyar kir ku li gorî belgeyek ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye belavkirin, hemwextî sewqiyetên leşkerî yên hikumeta Şamê li Derayê îhtimal heye ku DAIŞ êrişî Siwêdayê bike. Rojnameyê da zanîn ku ji ber wê yekê gelê Siwêdayê ku piraniya wan durzî ne bi fikar in.

Çalakvanên li Siwêdayê belgeyek ku fermandarê polîsên hikumeta Şamê ji wezîrê karên hundirîn re şandiye eşkere kir,  tê de diyar dibe ku DAIŞ niyet dike ku bikeve hundirê Siwêdayê û êrişên terorî pêk bîne.

Li gorî belgeyê, çete dê ji gundên El-Anet û Şenîra yên li ser sînorê Sûriye-Urdunê re bikevin Siwêdayê û amadekariyên pêkanîna êrişan li dijî 2 dêran û geraca Siwêdayê dikin.

Çapemeniya “tevgera Rîcal El-Kermae” a li Siwêdayê ji rojnameya Şerq El-Ewsat re wiha got: “Ev belge ji aliyê kesekî ji Siwêdayê ve hatiye eşkerekirin. Armanc ji eşkerekirina wê ew e ku bigihêje aliyên têkildar ên li Siwêdayê wekî komên herêmî û şêxên durizî da ku tedbîrên pêwîst bigirin. Beriya ku were belavkirin jî gihaştibû tevgera Rîcal El-Kerame.”

Di sala 2018'an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî gund û bajarokên Siwêdayê kiribûn û 252 kes hatibûn kuştin.

Ew êriş di encama peymanên wê demê hatine sazkirina de pêk hatin. Her wiha bi sedan çete şandin kampa Yermûk û taxên li derdora çola Sûriyê. Hin aliyan hikumeta Şamê tawanbar kir ku bi aweyekî ne yekser destê wê di wan êrişan de heye, da ku tola xwe ji şêniyên Siwêdayê yên li dijî siyaseta hikumetê hilde.

(dm)