Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Mabata revandin

Çeteyên dewleta Tirk welatiyekî navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî revand û li hemberî berdana wî, du hezar dolar ji malbata wî dixwazin.

Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Mabata revandin
27 tîrmeh, 2021   12:24
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Mabata ji ajansa me re diayr kir ku çeteyên bi navê "Artêşa El-Nûxbe", welatiyê bi navê Ebdulreûf Arif ê 50 salî ji gundê Şêxûtka ya navçeyê revand.

Heman çavkanî piştrast kir ku Arif ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hate îşkencekirin, piştre çeteyan ew birin gundê Umera.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan ji malbata wî xwestin ku du hezar dolar bidin, da ku Arif  serbestberdin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cara duyemîne Arif ji aliyê çeteyan ve tê revandin. Çeteyan di cara yekemîn di 14'ê Nîsana sala 2020'an de revandin û li hemberî berdana wî, 250 hezar lîreyên sûrî ji malbata wî wergirtin.

(dx)

ANHA