'Komkujiya Til Hasil û Til Eran berdewama komkujiyên li dijî Kurdan e'

Komîteya Wafîdî Şehba bi daxuyaniyekê komkujiya Til Hasil û Til Eranê şermezar kir û wekî berdewamiya zihniyeta şofînîst a ku komkujiyên li dijî gelê Kurd pêk anîne, binav kir.

'Komkujiya Til Hasil û Til Eran berdewama komkujiyên li dijî Kurdan e'
27 tîrmeh, 2021   11:55
MINBIC

Endamê Komîteya Wafîdî Şehba, Fadil Derwêş daxuyanî xwend. Malbatên şehîdan û endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"27`ê Tîrmehê salvegera komkujiyên li Til Hasil, Til Eran û herêmên din ên gundewarê Helebê li dijî gelê me pêk hatine. Di wê rojê de hêzên terorîst li dijî îradeya gelê me yê li herêma Şehbayê li hev kirin. Di 24`ê Hezîrana 2013`an de bi navê odeya operasyonên gundewarê bakurê Helebê bi çavdêriya MÎT`a Tirk li Dîlokê di navbera komên çekdar de bi serkêşiya Ebdulcebar El-Igêdî civînek hate lidarxistin.  Roja 27`ê Tîrmeha 2013`an gelê Til Hasil û Til Eran çavên xwe li ser êrişeke hov ya çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet Nusra û Ehrar Şam û 19 komên din ên çeteyan wekî (Lîwa Tewhîd, Ketîbeya Azadî û Selahedîn û Yûsif El-Ezma yên girêdayî Encumena Nîştimanî ya Kurdî) vekirin. Wan komên çeteyan êrişî hêzên Cebheta Ekrad kirin û ji bilî berxwedanê heta dawî tu rê li hemberî şêniyên her du bajarokan neman.

Di encamê de zêdetirî 40 kesî û di nav de jin û zarok hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û hatin binçavkirin û bi deh hezaran ji malên xwe koçber bûn.

Bi vê berxwedana efsanewî bajarokên Til Hasil û Til Eran ketin dîroka şoreşa Sûriyê û berxwedana li hemberî hêzên tundraw li hemû gundên Kurdan ên li herêma Şehbayê belav bû. Hevgirtin û biratiya di navbera şêniyên herêmê de hemû planên qirêj têk birin.

Ev di dîroka gelê Kurd de ne komkujiya yekemîn bû, beriya wê jî komkujiyên Dêrsim, Helebce û Amûdê ye ku ji aliyê hêzên emperyalîst û şofînîst wekî dewleta Tirk a faşîst û dewleta Sûriyê ve pêk hatibûn.

Ew dibêjin ku bi wan komkujiyan dê bikaribin Kurdan tune bikin, lê berovajî wê israr û hêza me ya dewamkirina doza me zêdetir dibe.

Heta niha jî dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên kantona Şehbayê û Efrînê komkujiyan pêk tînin.

Her weha kiryarên nemirovî pêk tîne û li pêş çavên hemû cîhanê gorên şehîdan ên li Efrînê vedike.

Wekî komîteya Wafîdî Şehba em vê komkujiyê careke din şermezar dikin. Di salvegera wê ya 8`emîn de em soz didin gelê xwe ku em ê li ser rêya şehîdan bin û heta dawiyê ji bo tunekirina terorê şer bikin.”

(cx)

ANHA