Şêxê eşîra El-Sebxa daxuyaniya wezareta karê derve ya hikumeta Şamê şermezar kir

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan diyar kir ku Rêveberiya Xweser di hemû qadan de xizmet kir û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê projeyeke niştimanî. Her wiha Tirkî El-Soan  daxuyaniya wezareta derve ya hikumeta Şamê ya têkildarî Rêveberiya Xweser jî şermezar kir.

Şêxê eşîra El-Sebxa daxuyaniya wezareta karê derve ya hikumeta Şamê şermezar kir
27 tîrmeh, 2021   09:42
REQA-EHMED EL-ELÎ

Wezareta karê derve yê hikumeta Şamê roja Pênşema borî, bi daxuyaniyekê wekî her car êrişî Rêveberiya Xweser kir û wekî projeyekî lawazkirina Sûriyê bi îdia kir.

Têkildarî mijarê, şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan daxuyaniya dawî yê wezareta derve ya hikumeta Şamê şermezar kir û got:" Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûrî ne û bi welatparêziya xwe ne kêmî wan kesên li hundirê Sûriyê ne. Ji ber vê yekê jî divê yekitiya xwîn û xaka Sûriyê ava bibe."

Tirkî El-Soan destnîşan kir ku wan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirine û kesên ku rizgarkirine ewladên wan in û nasnameya sûrî hildigirin û wiha domand:"Ji ber vê yekê jî em daxuyaniya wezareta derve qebûl nakin û divê ew li axaftin û tawanên xwe yê vala vegerin."

Şêxê eşîra El-Sebxa wiha dewam kir:"Kesên li herêmên Rêveberiya Xweser dijîn sûrî ne û me xaka xwe rizgar kir. Biryara me ya di çarçoveya Rêveberiya Xweser de biryareke sûrî ye û xizmeta gel dike."

El-Soan bi domdarî got:"Di Rêveberiya Xweser de em li jiyaneke biaştî digerin, di heman demê de hêvî dikin ku em wekî rêveberî beşdarî çareseriya aloziya Sûriyê bibin. Em hewl didin ku civaka navneteweyî itîrafê bi me bike. Di heman demê, em hewl didin ku civaka navneteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike. Ji ber ku me rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst têk bir."

Mihemed Tirkî El-Soan da zanîn ku daxuyaniyên wezareta derve yê Sûriyê esas nayên girtin û kesên ku daxuyaniyê didin divê lêborînê bixwazin û got:"Kes nikare nasnameya me ya Sûriyê înkar bike."

Şêxê eşîra El-Sebxa Mihemed Tirkî El-Soan bang li civaka navneteweyî û hikumeta Şamê kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike, ji ber ku ev rêveberî projeyeke niştimanî ye ne wekî ku di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku projeyeke parçekirinê ye.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c6VRCdUZFF8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>