Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine

Kesên ku ji teqîna çeteyên DAIŞ`ê ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê filitîne, behsa kêliyên teqînê û çawa ku ji mirinê filitîne, kirin.

Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine
Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine
Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine
Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine
Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine
Kesên ji mirinê filitîne kêliyên teqîna li Qamişloyê ji bîr nekirine
27 tîrmeh, 2021   08:17
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Ferhan û Ebdullah du kesên ku ji êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li taxa Xerbî ya Qamişlo, rizgar bûne, hûrguliyên êrişê ji bîr nekirine.

Şêniyên Qamişlo ku her sibeha havînê germ li ser deng û awazên Mihemed Şêxo şiyar dibûn, ji nişkê ve xwe di nava teqîneke ne normal de dîtin.

27`ê Tîrmeha 2016`an derdora saet 09:20`an her kes li ser karê xwe bû, lê ji nişka ve her tişt hate guhartin. Dûmaneke reş bi ser bajêr ket, Çeteyên DAIŞ`ê bi kemyoneke bombebarkirî taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir hedef. Di encamê de 62 kes bûn qurban û zêdetirî 176 kes jî birîndar bûn.

Hin welatî tenê çend metreyan dûrî devera teqînê bûn, lê ji mirinê filitîn, ji wan Ferhan Izet ku dikaneke wî ya firotina mirîşkan hebû, kêliyên dijwar ê ku di dema teqînê de pê re derbas bûn, parve kir.

Ferhan Izet da zanîn ku ew sibeha zû ji xew şiyar bû û berê xwe da karê xwe û wiha serpêhatiya xwe dewam kir:"Min li pişt maseyê qehwe vedixwar, ji nişka ve her tişt li pêşiya çavên min reş bû û ji ber zexta zêde a teqînê wekî ku ez kehbre bûm û ez ketim erdê."

Ferhan Izet diyar kir ku wî bang li cîranan kir û piştre ji ser hişê xwe ve çû û nema tiştekî din dît.

Di kêliya teqînê de Ferhan Izet nema deng dibihîstin û xwîn ji her du guhên wî hatibûn, parçe ketin eniya wî, piştre cîranên wî hatin û kavil ji ser laşê wî rakirin û ew birin nexweşxaneya Ferman. Ferhan Izet anî ziman ku wî nedidît çi li derorê diqewimî, lê ji nişka ve dît ku laşên mirovan li kolanê ne.

Ferhan Izet wiha çîroka xwe dewam kir:"Piştî ez ji nexweşxaneyê derketim, min xwest bûyera li dikanê qewimî û teqînê bibînim; ji min re gotin çeteyên DAIŞ`ê ev kiryar kirine. Ji ber teqînê derûniya min ne baş bû û heta ez demekê ji karê xwe jî dûr ketim."

Ferhan Izet bûyera di wê rojê de qewimî bi"Reş" bi nav kir û dibêje ku wî hezkiriyên xwe tevî  cîranên xwe wenda kirin.

Ferhan Izet bal kişand ser ku di demekê de ku rêveberî pêş diket û xizmeta bajarên wan dikir, çeteyan ev bûyer pêk anî û gelê Kurd kirin armanc û wiha dewam kir:"Di vê demê de şervanan şerê çeteyan dikir da ku wan ji herêmê derxin. Ev yek ne li gorî wan bû ji lewma ev êriş pêk anîn, lê dîsa jî bi vî kiryarê xwe yê hovane negihaştin meqseda xwe."

Ebdullah Qiço jî yê ji teqînê filitî, dikaneke wî bi deh metreyan dûrî cihê teqînê bû.

Ebdullah Qiço serpêhatiya ku di wê rojê de pê re çêbû parve kir û got:"Min saet 09:10`an dikana xwe vekir, 10 deqeyan li ber rûniştim û di saet 09:22`an de teqîn çêbû."

Ebdullah Qiço wiha serpêhatiya xwe dewam kir:" Min dît ku toz bi her derê ket, ez bi çarlepikan ber bi dikana xwe ve çûm da ku bibînim ka kurê min baş e û tiştek pê hatiye yan na."

Ebdullah Qiço di teqînê de guhên wî nedibihîstin û gelek parçe ketin laşê wî û wiha dewam kir:"Min derveyî xwîna li ser laşê xwe tiştekî din nedît. Ez birim nexweşxaneya Ferman, lê ji ber birîndar û şehîdan pir bi qerbalix bû, ji lewma min rakirin nexweşxaneya Razî. Ez deh rojan li wir mam heta ku ew parçe ji laşê min derxistin."

(eh)

ANHA