Erkdarkirina Mîqatî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê gelo çareserî ye yan hêviye?

Careke din, bi erkdarkirina Necîb Mîqatî hêviya gelê Lubnanê ya avakirina hikumetê jinûve geş bû. Lê gelo wê Mîqatî hikumetê ava bike, an lêborînê bixwaze?.

Erkdarkirina Mîqatî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê gelo çareserî ye yan hêviye?
27 tîrmeh, 2021   09:45
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Di encama şêwermendiyên parlamentoyê de, Necîb Mîqatî bi destxistina 72 dengên endamên parlamentoyê, ji bo avakirina hikumeta"Erkên dijwar" û"hikumeta El-Inqaz" hate erkdarkirin.

Hikumeta Lubnanê bi hêviye ku careke din roniyê bibîne û hemû alî destekê bidin Mîqatî.

Lê gelo sînaryoya avakirina hikumetê ku Seed El-Herîrî têde 9 mehan dirêj kir, wê careke din dubare bibe?.

GELO MÎQATÎ DÊ BISER BIKEVE?

Serokê hikumeta Lubnanê yê hatiye erkdarkirin Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta ku dewletên rojavayî destekê didin, rêyeke dijwar li pêşiya wî ye. Divê hikumet kesên pispor têde hebin da ku bi awayekî lezgîn çareseriyên aborî pêk bînin. Lê avakirina hikumeta Lubnanê li ser helwesta soza El-Teyar El-Wetenî El-Hur û Hizbullah ku avakirina hikumetê bi serokatiya Sead El-Herîrî ji bo heman şertên ku Mîqatî girtiye ser xwe asteng kirin, dimîne.

Mîqatî jî weke Seed El-Herîrî rastî zehmetiyên mezin di danûstandina bi siyaseta parçekirina hikumetê li Lubnanê ji bo peydakirina lihevkirinekê li ser hikumetê ku li hember hemû aloziyên darayî yên mezin bisekine, tê.

Lê Mîqatî piştî erkdarkirina wî got erka hikumeta wî ya sereke pêkanîna însiyatîfa Fransayê ye û piştrast kir ku ew ê bi hevkariya serok karibin hikumeta ku ji erkên wê yên sereke pêkanîna însiyatîfa Fransayê ava bikin.

Necîb Mîqatî wiha domand: "Min îro ev gav avêt da ku şewatê vemrînin. Heger ne bi hevkariya hemû gelê Lubnanê be şewat nayê vemirandin. Ez dizanim ku ev pêngav zehmet e. Lê ez rihet im."

Li gorî çavdêran ku bidestxistina Mîqatî ji piraniya dengan re têrê dike ku pêvajoya binavkirinê derbas bike.

Çavkaniyên doplomatîk diyar kir ku hewldanên avakirina hikumetê bi serokatiya Necîb Mîqatî tune ye û hemû alî berpirsê têkçûnê ne.

Yekitiya Ewropayê jî bang li rêveberên siyasî yên Lubnanê kir ku hikumeteke xwedî bawerî ava bike.

DYA`yê, Fransa û Yekitiya Ewropayê piştgirdayîna Mîqatî kir û wekî şert li pêşiya wî danîn da ku bi sendeqeya Diravî ya Navneteweyî re hevkar be.

Her wiha hikumetên rojavayî li siyasetmedarên lubnanî zext dike da ku hikumetekî ava bikin ku karibe dest bi çareseriya saziyên dewletê yê ku rastî gendeliyê tên, bike.

GELO ÇARENÛSA LÎREYA LUBNANÊ ÇI YE?

Bihayê dolarê Amerîkî li bazara reş heya niha ji destpêka qeyrana aborî ve pir daketiye. Di nava rojên dawî de, derdora 5 hezar ji lîreya lubnanî daket.

Têkildariyê mijarê pisporê aboriyê, Casim Ecaqa got: "Ev dolar dolarek siyasî ye ne aborî ye, dibe ku ev kêmbûn ji ber sedemên keysbaziyê hatibe kirin da ku hin qezencan bidest bixin. Ev yek piştî ku gel berê xwe da pereyên herêmî."

Ecaqa piştrast kir ku êdî ne gengaz e ku buhayê dolar were mayîndekirin, ji ber ku hemû derfet hatin tunekirin.

Di bersiva pirsê de, gelo kêmbûna dolar têkiliya xwe bi erkdarkirina Necîb Mîqatî heye, Ecaqa wiha bersiv da:" Serok Mîqatî beriya ku siyasetmedar be ew kurê bazarên darayî ye, her kes pê re rehet dibe. Dema ku hikumetê ava bike, ew ê bandorê li lîberalîzma aborî neke, ji ber vê yekê dibe sedem ku buhayê doldar dakeve."

Lê pirsa ku dimîne, gelo hikumeta erkdarkirî wê bi qasî texmînan derkeve û her tiştî çareser bike?.

(ekip)

ANHA