​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Lîbyayê bangaweziyên ji bo serhildana li dijî Îxwanan

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Sûriyê, Luban û Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Lîbyayê bangaweziyên ji bo serhildana li dijî Îxwanan
27 tîrmeh, 2021   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎLÊ HERÊMA “SEYDE ZEYNEB” A ŞAMÊ BOMBEBARAN KIR

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştrast kir ku hêzên parastina hewayî ya Sûriyê berbanga yekşemê bersiva êrişa du balafirên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên li parêzgeha Şamê da.

Cîgirê rêveberê Navenda Himêmîm a girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Vadim Kolette di êvara yekşemê de bi daxuyaniyekê wiha got: “Roja 25`ê Tîrmehê ji saet 05:40 û heta saet 05:54`an du balafirên F-16 yên Îsraîlê bi 2 moşekan êrişî hin kargehên li bajarokê Seyde Zeyneb ê girêdayî Şamê kirin.

Vadim Kolette diyar kir ku êriş ji aliyê hêzên parastina hewayî yên Sûriyê ve hatiye têkbirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandibû ku li herêmên cuda yên paytexta Sûriye Şamê dengê teqîneke bi hêz hatiye bihîstin û dûman bi ser bajêr ketiye.

Di vê hefteyê de ev êrişa sêyemîn a Îsraîlê li dijî xaka Sûriyê ye. Di 19`ê Tîrmehê de jî Îsraîlê 8 moşek avêtibûn nuqteyên li parêzgeha Helebê, di 22`ê Tîrmehê de jî bi 4 moşekan li dijî kargehên li Humsê êriş hatibû kirin.”

GELO WÊ MÎQATÎ DI AVAKIRINA HIKUMETEKE NÛ DE BI SERKEVE?

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Lubnanê de wiha got: “Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn roja duşemê serokê berê yê hikumetê Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir. Lê belê serkeftina Mîqatî di avakirina hikumetê de ne diyar e, heke bloka “El-Ehid” di şertên berê de îsrar kir ku hişt Seed El-Herîrî lêborînê bixwaze, dibe ku ew senaryo dubare bibe û Mîqatî jî ji avakirina hikumetê vekişe.

Piştî erkdarkirinê, Mîqatî ragihand ku erka wî ya sereke pêkanîna însiyatîfa Fransayê ye û wiha got: “Bi hevkariya bi serok re em ê karibin hikumetê ava bikin, ku ji erkên wê yên sereke pêkanîna însiyatîfa Fransayê ye, ev însiyatîf ji bo berjewendiya Lubnanê û aboriya Lubnanê ye."

PIŞTÎ TÛNISÊ, LI LÎBYAYÊ BANGAWAZIYÊN JI BO XILASBÛNA JI “ÎXWANAN”

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Piştî serhildana gel ya li dijî koma Îxwanan li Tûnisê ku serokê Tûnisê Qeys Seîd bi derxistina biryarên hişk piştgiriya wan serhildanan kir da ku aştiya civakî û saziyên dewletê ji komployên şepêlên îsalama siyasî ya bi serkêşiya tevgera Nehdayê biparêze, geşendanên li Tûnisê veguherî mijareke hundirîn ji bo gelê Lîbyayê jî.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter “serhildana gelê Tûnisê li dijî Îxwanan ku welat rûxandin û xêr û bêrên wê talan kirin” pîroz kir û pesna helwesta serokê Tûnisê û rêzgirtina li hemberî îradeya gel, da û wiha got: “Em bi hêvî ne ku daxwazên gelê Tûnisê yên pêşerojeke ronî pêk werin."

Gelê Lîbyayê li ser malperên medya dijîtal pêşketinên li Tûnisê erênî nirxand û bang li gelê Lîbyayê kir ku li hemberî terora “Îxwanan” helwestên hişk nîşan bidin. Çalakvanan piştrast kir ku heta komên Îxwanî çi siyasî çi jî mîlîs li welêt hebin, ne pêkane ku aramî û îstiqrar pêk bê.

(cx)