Kurd û Erebên herêmê: Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike, divê bê naskirin

Pêkhateyên Kurd û Ereb bang li civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di navbera pêkhateyên herêmê de wekheviyê pêk tîne û yekitiya Sûriyê diparêze.

Kurd û Erebên herêmê: Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike, divê bê naskirin
27 tîrmeh, 2021   06:22
HELEB- ARIF SILÊMAN

Daxwazên hemû beşên civakê û pêkhateyên herêmê yên naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê civaka navneteweyî ve, dewam dikin. Xelkê herêmê dibêje ku Rêveberiya Xweser yekane rêya bidawîkirina aloziya li welêt e ku keta sala 11`an.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser îradeya gelê herêmê temsîl dike.

Fethî Mihemed diyar kir ku naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekane çareseriya aloziya Sûriyê ye û got: “Ev rêveberî nûnertiya gelên herêmê dike.”

Mihemed da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de pêk tîne û wiha lê zêde kir: “Ev proje li dijî parçekirina Sûriyê ye. Rêveberiya Xweser xaka Sûriyê ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê parast û herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Heta niha jî ji bo parastina herêmê têdikoşe.”

Mihemed bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser hebûna xwe di hemû qadên siyasî, civakî û aborî de îsbat kiriye.

'RÊVEBERIYA XWESER ÇANDA GELAN PARAST'

Nazik Letof a ji pêkhateya Ereb jî bal kişand ser ked û xizmeta Rêveberiya Xweser û got: “Rêveberiya Xweser çand û zimanê xelkê herêmê parast.”

Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di parastina herêmê de roleke baş lîst û wiha dewam kir: “Ne ji Rêveberiya Xweser bûya, wê niha hemû herêmên Sûriyê di destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bûna. Gelên herêmê li dijî êrişên DAIŞ`ê li ber xwe da, Rêveberiya Xweser jî aramî û îstiqrara li herêmê parast.”

Nazik Letof bang li welatên cîhanê kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin, ji ber ku ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bûye hêvî.

`RÊVEBERIYA XWESER NÛNERTIYA ME DIKE, DIVÊ WERE NASKIRIN`

Xalid Bekir ê ji pêkhateya Ereb jî behsa fedekarên ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina gelê herêmê û yekitiya Sûriyê daye, kir.

Bekir di dawiyê de wiha got, “Ti cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de nîn e, her pêkhateyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serbestî dijîn û bang li aliyên peywendîdar kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin û piştgiriya wê bikin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FqW4xjX0_Nc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>