​​​​​​​Ehmed Şêxo: Armanca çûyîna Soylu ji herêmên dagirkirî re rewakirina dagirkeriyê ye

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku çûyîna Wezîrê Hundirîn ê Tirk a herêmên dagirkirî ji bo rewakirina dagirkeriya Tirk û qutkirina xaka Sûriyê ye.

​​​​​​​Ehmed Şêxo: Armanca çûyîna Soylu ji herêmên dagirkirî re rewakirina dagirkeriyê ye
27 tîrmeh, 2021   02:54
KOBANÊ –MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk di encama êrişeke hovane de kantona Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir. Ji dema dagirkirinê ve sûcên dermirovî li dijî şêniyan ji revandin, qetilkirin, her wiha guhertina dîrok û nasnameya herêmê pêk tîne.

Di heman demê bê navber dixebite da ku dagirkeriya xwe li herêmê, bi taybet li Efrînê rewa bike û mîna Lîwa Îskenderon tev li xaka Tirkiyê bike.

Di gavekê de ji bo rewakirina dagirkeriyê de, Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de çû kantona Efrînê û bajarê Ezazê yên dagirkirî. Ev ne çûna yekemîn e, salên borî jî çûn herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî ji Cerablus, heta Ezaz û bajarê Idlibê.

'TIRKIYÊ LI SER HESABÊ SÛRIYAN JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIXEBITE'

Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk destwerdan kir û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê xebitî, di vê çarçoveyê de hin çeteyên sûrî bi kar anîn. Di destpêka şoreşa Sûriyê de bi wekîlan şerê sûriyan kir, piştre rasterast derbasî xaka Sûriyê bû, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin ku tevahî qaûn û urfên navneteweyî bin pê kirin."

Ehmed Şêxo bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî û wiha domand: "Piştî herêmên Sûriyê dagir kirin Tirkiyê dest bi guhertina demgorafîk kir, niştecihên resen koçber kirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirin, her wiha navên bajar, tax û gundên dîrokî guhertin û zimanê tirkî ferz kir û ala dewleta Tirk a dagirker li wan herêman hilda."

Şêxo îşaret pê kir ku Tirkiyê li vir sînordar nema, lê nirxên gelên herêmê bin pê kirin, cihên dîrokî rûxandin û gorên şehîdan vekirin, ji bilî van leşkerên Tirk û çeteyên wê rojane sûcan li dijî şêniyên herêmê pêk tînin.

Şêx destnîşan kir ku armanc ji hemû sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk pêk dianîn, pêkanîna xewa avakirina desthilata Osmanî ya li herêmê ye.

'ÇÛNA SOYLU JI BO REWAKIRINA DAGIRKERIYÊ YE'

Têkildarî çûna Wezîrê Hundirên ê dewleta Tirk Suleyman Soylu a herêmên dagirkirî, Ehmed Şêx got: "Çûna Suleyman Soylu ya bajarê Efrînê ji bo rewakirina dagirkeriya Tirk a li herêmên dagirkeriyê ye, her wiha hewldaneke ji bo ku ji cîhanê re bêje ku ev herêm êdî bûye beşek ji erdê Tirkiyê, her wiha ji bo ku bêje  mafê Tirkiyê heye ku her herêmê dagir bike û tev li xaka xwe bike."

Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêx di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku têkildarî binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî tu refleks ji aliyê rêxistinên mirovî an cînahê ve derneketin.

Şêxo destnîşan kir ku çûyîna Soylû ya li Efrîn û Ezazê binpêkirina qanûnên navneteweyî û got: "Ev çûyîn ji bo ku rewabûnê bide dagirkeriya Tirk a li herêmên dagirkerî û sûcên Tirkiyê yên li dijî mirovahiyê û guhertina demografiya wan herêman binixumîne."

Ehmed Şêxo îşaret pê kir ku divê tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelên li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê xwedî helwesteke tund bin û dawî li van sûcên wê bînin.

endamê Desteya Rêveber a Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bisekinin, çalakiyên ku cîhanê bi sûcên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî dide nasîn li dar bixin.

ANHA