​​​​​​​ Bîranîna biêş a nayê jibîrkirin; Komkujiya Til Hasil û Til Eranê

Şêniyekî ji bajarokê Til Hasilê hûrgiliyên komkujiya hovane ku komên çete li dijî kurdên li Til Hasil û Til Eranê pêk anîne vedibêje. Komkujî piştî ku hêzên hikumeta Şamê derfeta derbasbûna li pêş komên çete vekir, pêk hat.

​​​​​​​ Bîranîna biêş a nayê jibîrkirin; Komkujiya Til Hasil û Til Eranê
27 tîrmeh, 2021   00:39
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Kêliyên biêş di ser her du bajarokên kurdan Til Hasil û Til Eranê re derbas bûn. Şêniyên wan her du bajarokan her sal wan êşan bi bîr tînin. Koma ku navê Artêşa Azad li xwe dike bi desteka MIT'a Tirk komkujî pêk anî, di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî û gelek hatin revandin.

Bajarokên Til Hasil û Til Eranê 20 kîlo metreyan dikeve başûrê rojhilatê parêzgeha Helebê û di aliyê îdarî de girêdayî herêma Sifîrê ya Helebê ye, hejmara niştecihên wê nêzî 70 hezar e.

 Berêvara 27’ê Tîrmeha 2013’yan, hikumeta Şamê rê li pêş zêdetirî 17 komên çeteyan; Cebhet El-Nusra, Lîwa Tewhîd, Ehrar Çiyayê Zawiyê, tûgayên Azadî û Selahedîn ên girêdayî ENKS’ê, vekir ku êrişî Til Hasil û Til Eranê bikin, bi wê re li dijî şêniyên Kurd ên resen komkujî pêk anîn.

 Di 30’yê heman mehê de piştî derbasbûna 3 rojan ji êrişa li dijî her du bajarokan şer û topbarana li dijî şêniyan gur bûn, di encamê de 50 sivîl ji zarok, jin û temenmezinan bûn qurban, bi sedan sivîl hatin revandin. Dûvre komên çete her du bajarok dagir kirin. Bi wê dîroka reş dest pê kir û hîna ew komkujî di bîra şêniyên rizgar bûne de ye.

 Şêniyê bi navê Cuma Kalo yê ji bajarokê Til Hasil hûrgiliyên komkujiya hovane ku çeteyan li dijî Til Hasil û Til Eranê pêk anîne û di encamê de gelek xizmên wî bûne qurban vedibêje.

 ‛BI NAVÊ OL DI MEHA REMEZANA PÎROZ DE KOMKUJÎ LI DIJÎ SIVÎLAN PÊK ANÎN’

Kalo axaftina xwe bi kêliyên destpêkê yên êrişên çeteyan dest pê kir û wiha got: " 19’ê meha Remezanê anku 27’ê Tîrmeha 2013’yan de dema şêniyan nimêja berêvarê dikir komên çete êrişî Til Hasil û Til Eranê kirin. Çeteyan mizgeft dorpêç kir û nihiştin şênî nimêja xwe berdewam bikin. Her wiha sekvan danîn ser mizgeftê û şênî kirin armanc. Dema derbasî herêmê bûn, bi spekerên mizgefta Til Hasil tekbîr kirin ku ew hatine kurdên kafir qetil bikin. "

 Kalo destnîşan kir ku şêniyên her du bajarokan bê bersiv neman û wiha pê de çû: "Şêniyan çek rakirin, parastina xaka xwe kirin, çete tengava kirin, heta hiştin neçar bibin agirbestê bixwazin û ji herêmê vekişin. Lê çeteyan şênî bi xwesteka agirbestê xapandin. Ji ber piştî wê çete bi 10 hezaran çete ji gelek koman hatin, tevahî çekên giran û pêşketî li dijî şêniyên her du bajarokan bi kar tînin û bi dirêjahiya 3 rojan komkujî kirin."

‛TIL HASIL Û TIL ERAN JI 3 ALIYAN VE JI HÊLA ÇETE HATIN DORPÊÇKIRIN Û HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ JÎ BANGA RADESTKIRINÊ KIR’

Kalo behsa rewşa her du bajarokan a beriya êrişê kir û da zanîn ku ew ji 3 aliyan ve ji hêla çeteyan ve û ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve hatibûn dorpêçkirin.

Kalo wiha gotina xwe berdewam kir: "Bi destpêka êrişê re tevahî torên telefona berîkan hatin qutkirin. Lê em matmayî man, ji ber ku komên çete nikarin xetên telefonê bisekinînin. Ji ber destpêka krîza Sûriyê bû, teknolojiya pêşketî tune bû ku çete pê kontrol bikin. Tenê hikumeta Şamê dikare vê yekê bike."

 Kalo diyar kir ku di dema êrişê de hêzên hikumeta Şamê tenê bi sed metreyan ji komên çeteyan ve dûr bûn û bê deng man, ji wê zêdetir bi çeteyan re bûn alîkar. Hêzên hikumetê ji şêniyan xwest xwe radestî hikumetê bikin.

 Cuma Kalo bi domdarî got: "Dema me banga hikumeta Şamê ya xweradestkirinê red kir, topbarana bêserûber li dijî me zêdetir bû. Bi wê re me zanî ku êrişên çeteyan ên li dijî Til Hasil û Til Eranê bi hevkariya îstîxbaratên dewleta Tirk û hikumeta Şamê re bûn."

 Kalo diyar kir ku hîna hikumeta Şamê heman siyasetê li dijî gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk li herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tîne û daxuyand: "Hikumeta Şamê dikarî li pêş çeteyan bisekiniya, lê bi armanca qirkirina kurdan ew yek nekir."

 ‛ÇETEYÊN ENKS’Ê BEŞDARÎ KOMKUJIYÊ BÛN’

Kalo da zanîn ku di 24’ê Hezîrana 2013’yan de MIT’a Tirk civînek ji tevahî serçeteyên komên çeteyan re li dar xist. Serçeteyê Ebdulcebar El-Igêdî yê serokê Meclisa Leşkerî ya Helebê di civînê de hazir bû. Civîn li Dîlokê li dar ket û armanc jê jî qirkirina kurdên li gund û bajarokên bejahiyê Helebê bû.

 Kalo destnîşan kir ku çeteyên Kurd ên beşdarî komkujiya Til Hasil û Til Eranê bûne girêdayî ENKS’ê ne, mîna çeteyên Azadî, Selahedîn El-Eyûbî, Yûsif El-Ezme, Neviyên Selahedîn û Cebhet Îslamiyê ya Kurdî.

 Kalo eşkere kir ku armanc ji êrişa li dijî Til Hasil û Til Eranê qirkirina Kurd, her wiha piştî koçberkirin, demografiya herêmê biguherin, provaksyonan di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de derxin.

 Kalo wiha li gotina xwe zêde kir: "Piştî çeteyan Til Hasil û Til Eranê dagir kirin û komkujî pêk anîn berê xwe da gundên kurdan ên li Şehbayê û gelek komkujî pêk anîn. Ew yek bi fermana yekser a ji îstîxbaratên Tirk û hikumeta Şamê de pêk hatin. "

 Kalo da zanîn ku endamên Partiya Demokratî Kurdistanî-Sûriyê yên beşdarî komîteya lêpirsîna rastiyan bûne ku komkujiya Til Eran û Til Hasilê belge bikin gotin tu komkujî pêk nehatin û tenê şer di navbera komên Artêşa Azad de çêbû. Li hemberî wê jî partiyên dîtir ên siyasî yên Kurd kiryarên Partiya Demokratî Kurdistanî-Sûriyê şermezar kirin û got, li dijî şêniyên her du bajarokên Til Hasil û Til Eranê yên Kurd komên çeteyan komkujî pêk anîn.

Cuma Kalo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Til Hasil kir ku hevgirtî bin û ji derewên dijminên gelê Kurd bi dûr kevin, da ku komkujiyên li dijî Til Hasil û Til Eranê pêk hatine, li herêmên dîtir çênebin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GparuV95evs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>