Şêx Mihemed El-Qadirî: Vekirina gorên şehîdan destdirêjiya li hurmeta miriyan e

Şêx Mihemed El-Qadirî got, hemû olan vekirina goran û destdirêjiya li hurmeta miriyan heram kirine û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên xwe di bin navê Îslamê de dinixumînin.

Şêx Mihemed El-Qadirî: Vekirina gorên şehîdan destdirêjiya li hurmeta miriyan e
27 tîrmeh, 2021   04:08
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve di 2018`an de kiryar û sûcên hovane li dijî şêniyên wê yên resen, li dijî mirî û zindiyan dewam dikin. Di demên dawîn de dezgehên çapameniyê yên Tirk dîmenek belav kir, tê de xuya dibû ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker gorên şehîdan vedikin û cenazeyên wan derdixin. Çeteyan îdia kir ku ew goreke komî ye. Vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî malbatên şehîdan hêrs kir. Şêniyan diyar kirin ku kiryarên çeteyan heman kiryarên DAIŞ`ê ne.

Li ser mijarê endamê rêveberiya saziyên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed El-Qadirî got: "Xweda di ayeteke pîroz de rûmet û meqamê binirx ku daye mirovan ji me re diyar kiriye. Ev rûmet ne tenê ji bo bawernemdan e, lê ji bo hemû ewldanên Adem bi ziman, reng, ol û mezhebên cûda ye. Her wiha rêbazê ku em bi derdora xwe re dan û standinê bikin, heqiyê nas bikin û gotinên xwedê pêk bînin da ku di nav xêrê de bijîn, nîşanî me dide. Lê mixabin tişta ku xweda di Qurana pîroz de qebûl nake mîna zilma li dijî mirovan li her deverê tê kirin."

El-Qadirî behsa binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêrîna îslamê li van binpêkirinan kir û wiha got: “Dagirkirina xaka mislimanekî di ola îslamê de heram e û yên wê yekê bikin dê werin cezakirin.”

El-Qadirî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê îdia dikin ku li gorî ola îslamê dimeşin û di wê navî de û di bin navê edalet û başiyê de binpêkirinên xwe dinixumînin û kiryarên dijî mirovahiyê pêk tînin û wiha lê zêde kir: “Dewleta Tirk bi awayekî hov destdirêjiyê li herêmên me dike û di bin navê îslamê de dagir dike. Ew îdia dike ku gelê herêmê ne xwedî ol e. Lê belê yên ku cewherê Îslamê nas dikin wê zanibin ku em misliman in. Ji her kesî re diyar e bê ka kî sûcên li dijî ola îslamê pêk tîne û kî li hemberî wan sûcan disekine.”

El-Qadirî bal kişand ser vekirina gorên şehîdan li bajarê Efîrnê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve û hukmê îslamê di wê derbarê de û wiha diyar kir: “Rewşa li bajarê Efrînê yê dagirkirî her ku diçe xirabtir dibe. Dewleta Tirk a dagirker ne tenê êrişî zindiyan kir, di heman demê de li djiî miriyan jî sûc pêk anîn.”

El-Qadirî sûcên dagirkeran li dijî şehîdan bi zilmê û dijberiya axaftinên xweda û pêxember bi nav kir û got, ev yek di ti olan de nayê qebûlkirin.

Şêx Mihemed El-Qadirî di dawiya axaftina xwe de got, divê civaka navnetweyî kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê şermezar bike û gelê herêmê li djiî wan sûcan û li dijî vekirina gorên şehîdan xwedî helwestên hişktir be û got: "Em ola îslama rasteqîn û suneta pêxember dişopînin, heqîqet wê eşkere bibe û dê serkeftin a me be."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AR9nEbB_Qms" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>