ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-07-2021'AN
26 tîrmeh, 2021   23:00

- Şêx Mihemed El-Qadirî got, hemû olan vekirina goran û destdirêjiya li hurmeta miriyan heram kirine û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sûcên xwe di bin navê Îslamê de dinixumînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyekî ji bajarokê Til Hasilê hûrgiliyên komkujiya hovane ku komên çete li dijî kurdên li Til Hasil û Til Eranê pêk anîne vedibêje. Komkujî piştî ku hêzên hikumeta Şamê derfeta derbasbûna li pêş komên çete vekir, pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Kurd û Ereb bang li civaka navneteweyî kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike û teqez kirin ku Rêvebreiya Xweser wekhevî di navbera pêkhateyên herêmê de pêk anî û yekitiya Sûriyê parast. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê diyar kir ku armanc ji siyasetên ku hin alî li dijî navçeyê pêk tînin, têkbirina berxwedana şêniyan e û got, bi berxwedana şêniyan dê ew plan û siyaset bêk biçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Reşî tarî bû, her der bû toz, Ferhan û Ebdullah beyî ku bizanibin çi li derdora wan diqewime, ji ber parçeyên di laşê xwe de ji guhan ketin û xwîn ji laşê wan diherikî. Kesên ji êrişeke DAIŞ`ê filitîn, rewşa vegera xwe ya li jiyanê û bê çawa li hemberî wê mirinê bi ser ketin, vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê eşîra El-Sebxe Mihemed Tirkî El-Soan diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî ye û ji aloziya Sûriyê re çareseriyê ye. her wiha daxuyaniyên wezîrê karê derve yê hikumeta Şamê ku Rêveberiya Xweser wekî projeyeke parçekirinê bi nav kir, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ehmed Şêxo destnîşan kir ku çûyîna Wezîrê Hundirîn ê Tirk a herêmên dagirkirî ji bo rewakirina dagirkeriya Tirk û qutkirina xaka Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê PYD`ê yê Til Temirê got, revandina nûnerên wan li Başûrê Kurdistanê bi dest destê MIT’a Tirk pêk hatiye û got: "Kiryarên ku PDK`ê dike kiryarên dewletên desthilat li dijî gelê Kurd pêk dianî, anî bîra me." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga xwedîderketina li berxwedana gerîlayan û avakirina yekitiya neteweyî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA