Artêşa Tirk gundewarên Til Temirê dide ber topan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Dirdara, Gozeliyê û Tewîlê yên Til Temirê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundewarên Til Temirê dide ber topan
26 tîrmeh, 2021   20:07
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên bakur, rojava û başûrê rojava yên navçeya Til Temirê bi dijwarê topbaran dikin.

Piştî topbarana li dijî gundê Dirdara, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Gozeliyê û Tewîlê yên rojavayê Til Temirê yên li ser rêya M4 bi mûşekan topbaran dikin û bombeyan şewqê diavêjin gundê Dirdara.

(fr)

ANHA