​​​​​​​Di salvegera şehîd Viyan Amara de bawernameyên refa 9`ê hatin belavkirin

Desteya Perwerdê ya herêma Firatê, di salvegera şehîd Viyan Amara de, li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li bajarê Kobanê bawernameyên refa 9`ê belav kirin.

​​​​​​​Di salvegera şehîd Viyan Amara de bawernameyên refa 9`ê hatin belavkirin
26 tîrmeh, 2021   12:13
KOBANÊ

Îro salvegera 8`emîn a şehadeta Viyan Amara ye. Sevîm Kaya (Viyan Amara) hîmê bingehîn ê perwerdeya bi zimanê dayîkê li Kobanê bi destpêkirina şoreşê re, danî. Piştî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra sala 2013`an dest pê kir, Viyan Amara wekî hemû şervanên YPG û YPJ`ê berê xwe da eniyên şer û Kobanê ji êrişan parast.

Desteya Perwerdeyê ya Firatê bi belavkirina bawernameyên refa 9`an, şehîd Viyan Amara bibîr anî. 

Beriya belavkirina bawernameyan, sînevizyonek taybet der barê jiyan û xebata şehîd Viyan  Amara li Kobanê, hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de, hîn bawernameyên refa 9`an(navîn) li xwendekarên ku di ezmûnan de bi ser ketine, hatin belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi dehan bawername di merasîmê de hatin belavkirin, bawernameyên ku mayî jî wê di rojên pêş de werin belavkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AIgNlxMaitE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>