Xebatên berfirehkirina kampa El-Mehmûdlî bidawî bû

Rêveberiya kampa El-Mehmûdlî bi hevkariya Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, kampa El-Mehmûdlî fireh kir û 190 malbatên din pêşwaz kir.

Xebatên berfirehkirina kampa El-Mehmûdlî bidawî bû
26 tîrmeh, 2021   12:38
TEBQA

Di çarçoveya zêdebûna hejmara kesên ku ji herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi kampa El-Mehmûdlî ve (15 km bakurê bajarê Tebqayê) tên, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê yekser dest bi berfirehkirina kampê kir.

Di firehkirina kampê de, 190 konên nû hatin vedan.

Di 13`ê Cotmeha 2019`an de gelek malbatên koçber ên di kampa Eyn Îsayê de (50 km bakurê bajarê Reqayê) ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man ku berê xwe bidin kampa El-Mehmûdlî ya gundewarên Tebqayê.

Ji rêveberên kampê Ebdulhadî El-Ebid der barê mijarê de got: "Pêşwazîkirina koçberên kampa Eyn Îsayê bê serûber hate kirin. Kampek di hundirê stad û baxçeyê El-Mehmûdlî de hate çêkirin."

El-Ebid wiha domand: "Toreyên kanalîzasyonê bi toreyên berê yên kanalîzasyonê ve hate girêdan. Her wiha toreya peydakirina ava vexwarinê jî ji koçberên di kampê de hate dirêjkirin."

Ebdulhadî El-Bid di dawiyê de destnîşan kir ku divê derbaskirina koçberan bi awayekî demikî were sekinandin, ji ber ku komîteya karûbarê civakî dê kampeke nû li herêmê ava bike da ku hejmara zêde ya koçberan pêşwaz bike.

(bx)

ANHA