‘Divê em ji bo domandina berxwedanê û xurtkirina têkoşîna jinê amade bin'

Di duyemîn konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan hate gotin, erka dayîk û hevjînên şehîdan di avakirina civakê de, giring e.

‘Divê em ji bo domandina berxwedanê û xurtkirina têkoşîna jinê amade bin'
26 tîrmeh, 2021   11:28
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Têkoşîna jina azad, parastina nirxên şehîdan û misogeriya şoreşa Rojava ye" duyemîn konferansê Meclisa Jinan a malbatên şehîdan a Rojava bi axaftinên mêvanan destpê kir. Konferans li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin.

Di konferansê de, Hevseroka TEV-DEM`ê Zelal Ceger got lidarxistina konferansê girîng e ji ber jin li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de pêşeng e û xizmeta civakê dike da ku civakeke demokratîk ava bike.

/ar/uploads/files/2021/07/26/092421_2021-07-26-girke-berdeweme-konfirans-28229.webp

Zelal Ceger îşaret bi rola dayîk, zarok û hevjînên şehîdan di avakirina civakê de kir û got:" Şehîdên me bêyî dudilî berê xwe dan eniyên şer û li hember hemû êrişan li ber xwe dan. Ji ber wê jî divê em rêya wan bişopînin."

Zelal Ceger destnîşan kir ku şoreş bi berdêlê ewladên xwe û projeya rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û heta roja îro dewam dike.

/ar/uploads/files/2021/07/26/092433_zlal-jkr.webp

 Zelal Ceger wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em ji bo berdewamiya berxwedanê amade bin, şopdarên rêya şehîdan bin û li hemberî dijminên ku dixwazin di her demê de planan li dijî deskeftiyên me pêk bînin, bisekinin."

Her wiha Endama Koordînasyona Kongreya Star Welîda Botî di konferansê de axivî û got: "Wek ku çawa em moralên xwe ji malbatên şehîdan digrin, em bi hêvî ne ku encam û biryarên ji bo bilindkirina têkoşîn û berxwedanê, nexasim têkoşîna jin, ji konferansê derkevin."

/ar/uploads/files/2021/07/26/092447_wlyda-bwty.webp

Welîda Botî soza xurtkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina nirxên şehîdan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em xewnên şehîdan û armancên wan bi serxistina şoreşê bi rêya hevgirtina hemû pêkhateyan, pêk bînin. Her wiha divê me rola xwe bi awayekî çalak di nava civakê de bi cih bînin."

Piştî axafinan, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan der barê şehîdan de hate xwendin.

Konferans bi pêşandana sînevizyonekê der barê jiyan û rola şehîdan di şoreşa Rojava de, didome.

(bx)

ANHA