Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Deysem Şihada (Seyf) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar hate veşartin. Di merasîmê nasnameya şehîdekî hate ragihandin.

Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin
Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin
Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin
Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin
Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin
Şehîd Seyf bi merasîmekê li Hesekê hate veşartin
25 tîrmeh, 2021   17:38
HESEKÊ

Cenazeyê şervanê QSD'ê Deysem Şihada (Seyf) ê dema erka xwe bi cih dianî li Dêrazorê gihişt asta şehadetê, bi merasîmekê bi heybet li goristana Şehîd Dijwar hate veşartin.

Şêniyên bajarê Hesekê  û gundewarên wê cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi kerwanekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve çûn.

Li goristanê, ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê toraneke leşkerî hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/07/25/171310_nwrwz-rwjhlat-4.webp

Ji fermandarên YPJ'ê Newroz Rojhilat sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: "Şehîdan ji bo azadiya gelên herêmê berdêlên giran dane, em ê şopdarên xeta wan bin heta ku tevahî armancên wan pêk bînin."

Newroz Rojhilat bal kişand ser berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê û wiha domand: "Bi berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê em ê îradeya xwe xurt bikin, bi berxwedana gerîlayan û îsrara serkeftinê em ê armancên xwe bi cih bînin û bersiva hemû êrişan bidin."

/ar/uploads/files/2021/07/25/171254_fatmh-aly.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatime Elî jî diyar kir ku ew bi şehîdan serbilind in û got, şehîdan ji bo parastina welatê xwe berdêlên mezin dane.

Piştre, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Erka Xweparastinê Eseed El-Hesen ê li Hesekê li ser erka xwe şehîd bûbû, ragihand.

/ar/uploads/files/2021/07/25/171234_rwjda-ahmd.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyê şehîd Deysem bi diruşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA