Dewleta Tirk kevirên gorên Efrînê didizin

Talana dewleta Tirk a li Efrîna dagirkirî her ku diçe mezin dibe. Vê carê kevirên goran hatin dizîn.

Dewleta Tirk kevirên gorên Efrînê didizin
25 tîrmeh, 2021   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, komên çete yên bi ser dewleta Tirk ve goristana li gundê Şêxorze talan kir. Hate gotin çeteyan kevirên goran rakirine, wan difiroşin an jî li baxçeyên malan datînin, ku ev mal jî yên gel in û dest li ser danîne.

Ji Adara 2018'an û vir li Efrîna dagirkirî her tiş tê talankirin. Jêresazî, kanên dahatê milkên taybet bi rengekî sîstematîk têne talankirin, her wiha ev êrişa sîstematîk dibin ser goristanan jî. Goristana Avesta ku dema êrişên dagirker şervan û sivîl lê hatin veşartin, pêşî hatibû talankirin û ajansa fermî ya dewleta Tirk AA'yê gotibû goristan a sivîlên înfazkirî ye lê di demeke kurt de rayedarên Efrînî û dîmenan ev îdia li derewê qelibandibû.