​​​​​​​Di êrişa dagirkeriyê ya li Şehbayê de 4 sivîl birîndar bûn

Di êrişa leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser navçeya Ehrezê ya Şehbayê de di nav de 2 zarok bi giştî 4 sivîl birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişa dagirkeriyê ya li Şehbayê de 4 sivîl birîndar bûn
25 tîrmeh, 2021   16:54
ŞEHBA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Marî yê dagirkirî bi dehan top avêtin navenda navçeya Ehrezê ya Şehbayê. Di êrişê de cihên sivîlan hatin hedefkirin.

Di encama êrişê de 4 sivîl, di nav de 2 zarok birîndar bûn.

Navên birnîdaran wiha ne; Heysem Hisên, Heysem Omer (6) ji gundê Meydana yê navçeya Raco ya Efrînê ne û Ehmed Zekî ji navçeya Ehrezê ya Şehbayê ye.

Nasnameya birîndarê din nehat naskirin.

ANHA