Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bin Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 17 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bin Koronayê ketin
24 tîrmeh, 2021   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi Koronayê ketine 8 mêr û 9 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 2

Qamişlo: 6

Dêrik: 3

Reqa: 3

Dêrazor: 3

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 18 hezar û 613 kes bi Koronayê ketine, ji wan 764 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 890 kes baş bûne.

(cx)