Zarokek di çemê Xabûrê de xeniqî

Zarokê bi navê Milhim El-Ezawî yê ji gundewarên bakurê Şedadê, duh di çemê Xabûrê de xeniqî.

Zarokek di çemê Xabûrê de xeniqî
24 tîrmeh, 2021   07:48
HESEKÊ

Piştî ku duh deriyên bendava başûr hatin vekirin û rêjeya çemê Xabûrê bilind bû, zarokê deh salî yê bi nave Mihlim El-Ezawî di çem de xeniqî.

Li gorî agahiyan, Milhim El-Ezawî ji gundê El-Hedadiyê ya 20 kîlometre bakurê navçeya Şedadê ye.

Tîma awarte û rizgarkirinê ji duh ve, li cenazeyê zarok digerin.

(dm)

ANHA