'Armanca dewleta Tirk çêkirina aloziyên mezin li herêmê ye'

Şêniyên Kobanê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina ava çemê Firatê re, pêkanîna dorpêça li ser herêmê û tîkirina wê ye, her wiha derxistina aloziyên mezin di hundirê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

'Armanca dewleta Tirk çêkirina aloziyên mezin li herêmê ye'
23 tîrmeh, 2021   02:17
KOBANÊ

Dewleta Tirk şerê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan didomîne. Nêzî 6 meh in ku rêjeya ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye.

Têkildarî mijarê şêniyên bajarê Kobanê hêrsa xwe ji ber siyasetên dewleta Tirk ên dijminahî diyar kirin.

/kr/uploads/files/2021/07/22/185615_-_1.webp

Welatiyê bi navê Salih Milhî got: "Şênî ji ber kêmbûna avê rastî pirsgirêkên mezin tên. Bandorên mezin ên vê yekê hene weke zûwabûna bexçeya û kêmbûna kehrebeyê."

Milhî destnîşan kir ku dewleta Tirk pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke dijminê xwe dibîne û ew dewleteke hovane ye û mirovahiyê nas nake.

/kr/uploads/files/2021/07/22/185700_-.webp

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Bozan jî diyar kir ku serokkomariyê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan avê qut dike û kêmbûna avê dihêle ku bîr û bexçe zuha bibin.

Bozan wiha domand: "Dema ku ava qirêj tê, nexweşî ji ber wê çêdikin. Armanca dewleta Tirk ku me têxe dorpêçê. Heger Erdogan karibe dê ba jî li ser me qut bike. Bi hemû rêbazan şerê me kir lê nikaribû ku bandorê li me bike û îradeya me bişkîne. Niha jî avê ji ser me qut dike."

/kr/uploads/files/2021/07/22/185626_-.webp

Hisên Mihemed ku ji şêniyên gundewarê Kobanê got: "Divê dewletên navneteweyî destwerdana qutkirina dewleta Tirk ji ava çemê Firatê re bikin û vê mijarê çareser bikin."

Mihemed destnîşan kir ku jiyana mirovan girêdayî avê ye, dema av qut dike jiyana mirovan jî pêre qut dibe û dewleta Tirk dixwaze wan tî bike û bikuje.

/kr/uploads/files/2021/07/22/185643_-.webp

Bekir Ebas jî piştrast kir ku şênî ji ber rewşa avê û kêmbûna wê gazincan dikin, demek derbas bû ku dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye û li hember vê yekê jî tu helwest ji aliyê dewletên ereb û ewropî ve derneket.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3sl8Bj83xFM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>