​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir

Tevgera Çand û Hunerê di çarçoveya rêzeçalakiyên xwe yên çandî de û ji çarçoveya çalakiyên xwe yên meha çandî  ku bi dirûşmeya "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û bi ser bikevin" şanoyek li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê pêşanda.

​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
​​​​​​​Tevgera Çand û Hunerê li Dêrikê şanoyek pêşkêş kir
22 tîrmeh, 2021   20:22
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Dêrikê û endamên Navneda Dicle ya Çand û Hunerê li navendê amade bûn ku li şanoya bi sernava "Çima" temaşe bikin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Komîna Şano ya Koma Çiyayê Lêlûnê şanoyek pêşkêş kir û tê de banga yekitiya Kurd kir, îzolekirina nakokiyan û dûrketina ji şerê hundirîn kir. Şano nîv saetê dirêj kir.

Têkildarî mijarê,derhêner û nivîskarê şanoyê Kawa Fetah wiha got: "Armanca ji vê şanoyê ew e ku şerê hundirîn ê kurdî ji holê rabe, banga hezkirin û biratiya di navbera gelan de tê kirin, nexasim di navbera gelê Kurd de."

Fetah da zanîn ku dijminên gelê Kurd pir in û nameya me ya ji vê şanoyê wekî çîrokeke gundan e; dema ku nakokî di navbera birayan de çêdibe û mezin destwerdanê dikin da ku pirsgirêkê çareser bikin û nebe şer." 

Çalakiyên Tevgera Çand û Hunerê li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta du mehan berdewam bikin.

(eh)

ANHA