ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2021'AN
22 tîrmeh, 2021   23:00

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê tevkariya PDK`ê ji dagirkeriya Tirk re wekî xiyaneta li dijî gelê Kurd û doza wan bi nav kir, bi wê re bang li partiyên Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û dawî li êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî xaka Kurdistanê bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan got binpêkirinên dewleta Tirk li ser goristanên şehîdan li bajarê Efrînê yê dagirkirî karekî dermirovî û derexlaqî ye û pştrast kir ku dewleta Tirk rêbazê DAIŞ`ê bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Kobanê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji qutkirina ava çemê Firatê re, pêkanîna dorpêça li ser herêmê û tîkirina wê ye, her wiha derxistina aloziyên mezin di hundirê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 - Bi  destpêkirina her rojekê re û heta rojên cejnan jî rola karkerên paqijiyê li herêmên ku lê dixebitin û hewl didin jîngeh paqij bibe, diyar dibe. Têkilarî vê yekê karkerek dibêje ew bi kar ê xwe serbilind e, ji ber ku xizmetî civakê dike, lê divê şênî jî hevkar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li herêmên hikumeta Şamê qeyraneke aborî û debarê heye, bi wê re jî bêyî rewşa welatiyan di ber çav re were girtin, hikumeta Şamê buhayên hin madeyan du qatî bilind kir. Têkildarî vê yekê aborînas Yûnis Kerîm got "Şoreşa birçîbûnê bi rêya keysbazkirina aboriya siyasî bi aboriya Sûriyê re dest pê kir. Lê ya herî sûdwar Rûsya ye ku hebûna xwe rewa bike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA