MSD’ê helwesta "îtîlafê" têkildarî vexwendina Fransayê ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser re şermezar kir

MSD’ê helwesta ji daîreya ragihandin û tevna civakî ya qaşo îtîlafê ji kîn, reşkirin û hinardekirina dîmenên derew û axaftina bi zimanê welîtiyê li ser dewletên mezin mîna Fransa hatiye nîşandan, şermezar kirin. Her wiha tê zanîn ku ew helwesta Îtîlafê pêkanîna fermanên rejîma Enqereyê ye.

MSD’ê helwesta "îtîlafê" têkildarî vexwendina Fransayê ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser re şermezar kir
22 tîrmeh, 2021   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî helwesta "îtîlafê" ku êrişî Fransayê kiriye ku nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD’ê pêşwaz kiriye, MSD’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em hişyarî li ser çi hedefgirtina serweriya Sûriyê didin û bang dikin ku sûcên çeteyan ên ku li ser dagirkeriya Tirk tên hesibandin eşkere bikin û wan li ser sûcên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin muhasebe bikin, bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Bi biryara NY’yê ya 2254’an ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyê piranî sûrî kêfxweş bûn. Lê piştî vê biryarê nêzî 30 civînên ji rêzegerên Astana, Cinêv û hwd li dar ketin û bendewarî kêm bûn, bi taybet piştî damezrandina destûra Sûriyê ya ji encama danûstandina muxalefetê derketiye û xetimî ye. Bi wê re ne pêşketin heye ne jî mirov dikare pişta xwe bidiyê. Lê gelek sedemên vê rewşê hene, jê jî tunebûna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser li gel hêz û partiyên nîştimanî yên demokratîk yên dîtir di civînên xebata siyasî de. Di heman demê de jî îtîlaf  biryara NY’yê ji bo pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk li herêmê monopolîze kiriye anku destekê didiyê, da ku dewleta Tirk Mîsaqî Millî pêk bîne. Rejîma Eqnereyê jî di vê yekê de pişta xwe dide îtîlafê da ku hewldanên xwe yên dagirkirina rewa bike, li gel wê jî sûcên komên îtîlafê li Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û siyaseta guhartina demografiyê heta vê kêliyê berdewam in, da ku mîna Lîwa Iskenderon van herêman dagir bike.

Em Nivîsgeha Çapemeniyê ya MSD’ê di demekê de ku dibînin nêzbûna civaka navneteweyî ji projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re êdî di vê dawiyê de bi pêş ve diçe, nîşaneya vê yekê jî vexwendina fermî ya serokatiya Fransayê ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser re ye. Li gel wê jî beşdaran di civînê de israr kir ku divê çareya siyasî ji krîza Sûriyê re li gorî biryara 2254’an be û pêwîst e ku Rêveberiya Xweser ku modeleke rasteqînî û ewle ji modelên birêvebirina guncaw e, gelê Sûriyê bi rê ve bibe, da ku serweriya Sûriyê vegerîne û gelê Sûriyê bi xwe biryara xwe bide. Êdî piranî hêzên nîştimanî yên demokratîk yên Sûriyê, partiyên wê û kesayet li vê projeyên dinêrin ku projeyeke aktîf ji çareseriya krîza Sûriyê re û divê were bipêşxistin û kêmasiyên wê di civîna sûrî-sûrî de werin nîqaşkirin ku Sûriyê serweriya xwe vegerîne û dawî li dagirkerî û parçebûnê bîne. Li gel van hemû pêşdeçûnan daîreya ragihandin û tevna civakî ya qaşo îtîlafê zimanê reşkirin û hinardekirina dîmenên derew û kînên kûr bi kar tîne, her wiha zimanê welîtiyê li ser dewletên mezin mîna Fransa bi kar tîne, em vê yekê şermezar dikin. Lê helwesta îtîlafê bi fermaniya yekser ji hêla rejîma Enqereyê ve pêk tê, her wiha ev helwest jî bi hin nuqteyên xîtaba dawî ya serokê Sûriyê re yek in ku herêmên Rêveberiya Xweser bi rewşeke siyasî dûrî rasteqîniyê bi nav kirin û ev helwest jî bi yên berê re bi nakok in. Di heman demê de ev helwest bi pêdiviyên qonaxê û atmosferên erênî re ku banga serdestiya metiqa diyaloga danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê re dike ku wekî destpêka ber bi çareseriya siyasî ya giştî ve ye, bi nakok e."

(fr)

ANHA