Çandina bacanên reş ji bo xwetêrkirinê gaveke baş e

Di çend salên borî de çandina bacanê reş bi pêş ketiye û êdî li sûkên herêmî bi nirxên guncaw peyda dibin.

Çandina bacanên reş ji bo xwetêrkirinê gaveke baş e
22 tîrmeh, 2021   10:41
KADAR IBRAHÎM-QAMIŞLO

Piştî mewsma genim û ceh, cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çandina bacanên reş ku çandina wê li herêmê di çend salên dawîn de pir bi pêş ketiye, kir.

Cotkarê bi navê Şahîn Îsmaîl Mûsa ji navçeya Tirbêspiyê diyar kir ku wî cureya bacanên reş çandin ji ber ku xwedî girîngiyeke mezin e û di sûkên herêmî de pir tê xwestin.

Mûsa destnîşan kir ku di sala borî de çandina bacanên reş li herêmê hîşt ku ew tu carî bacanên reş ji dervey herêmê nekirin û bi taybet ji ber ku herêm dorpêçkirî ye û dergehên mirovî girtî ne.

Şahîn Îsmaîl Mûsa bi domdarî got:" Piştî çinîna mewsima genim û ceh a havînê, em du caran cot dajon da ku axa wê baş bibe. Piştre, em şitilên bacanan diçînin."

Mûsa da zanîn ku pêwîstiya bacanên reş wan bi baldariyê heye û divê mirov baş xizmetê bike.

Mûsa bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku dermanên mêşûmoran û semadê ji cotkaran re peyda bikin.

Li gorî komîteya çandinyê, li navçeya Tirbespiyê erdên ku îsal bacanên reş tê de hatine çandin gihaşt 550 donimî û hejmara wan roj bi roj zêde dibe. Komîteya çandiniyê ji aliyê xwe ve jî, mazotê û semadê dide cotkaran.

(dm(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fpv-Au2gCKc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>