Li gundewarên Dêrazorê zarokek di ava Firatê de fetisî

Li herêma Hewayic Zîban a gundewarên Dêrazorê zarokek di ava Firatê de fetisî, ji duh ve li cenazeyê wî digerin.

Li gundewarên Dêrazorê zarokek di ava Firatê de fetisî
22 tîrmeh, 2021   10:28
DÊRAZOR

Li gorî nûçegihana me, zarokê bi navê Yamin Macid (15) duh li herêma Hewayic Zîban a gundewarên rojhilatê Dêrazorê di çemê Firatê de, fetisî.

Nûçegihana me ragihand ku şêniyan hewl da cenazeyê zarok derxînin, lê nikarîbûn wî derxin. Ji ber vê yekê jî bang li niqumvanan (xewas) a tîma El-Dîfa El-Medenî (Parastina sivîl) kir û ji duh ve li cenazeyê wî digerin.

Di 10`ê Tîrmehê de li herêma Hîmar El-Elî ya gundewarên rojavayê Dêrazorê zarokê bi navê Hemadî Selah El-Hisên di çemê Firatê de fetisî û cenazeyê wî ji aliyê tîma parastina sivîl ve hatibû derxistin.

(bx)

ANHA