Vekişîna Amerîka ji Iraqê…Yek ji dosyayên gera çaremîn bi Washingtonê re ye

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên ragihand ku gera diyaloga stratejîk a çaremîn a navbera Iraq û Amerîkayê de ya dawî ye.

Vekişîna Amerîka ji Iraqê…Yek ji dosyayên gera çaremîn bi Washingtonê re ye
22 tîrmeh, 2021   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Fûad Hisên diyar kir ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û serokê Amerîkayê Jeo Biden dê tevahî têkiliyên iraqî-amerîkî nîqaş bikin, di nav de rakirina hemû baregehên Amerîkayê li Iraqê.

Hisên da zanîn ku di gera diyalogê de dê li ser vekişîna Amerîkayê li hev bikin.

Her wiha Hisên got:" Bi hezaran şûnwarên dîrokî dê ji Washingtonê vegerînin Iraqê û hevkariyek berbiçav ji aliyê Amerîkayê ve heye ku şûnwaran vegerîne."

(dm)