`Biryara Meclisa Ewlehiyê ya girtina dergeha Til Koçer dikeve xizmeta dewleta Tirk`

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir got, vekirina dergehê sînor ê Bab El-Hewa li gorî berjewendiyên çeteyên Heyet Terîr El-Şam e û bandoreke neyinî li sûriyan dike.

`Biryara Meclisa Ewlehiyê ya girtina dergeha Til Koçer dikeve xizmeta dewleta Tirk`
22 tîrmeh, 2021   08:28
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

9`ê Tîrmehê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  (NY) dirêjkirina dema vekirina dergeha Bab El-Hewa ya di bin kontrol çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhet El-Nusra ya berê) de erê kir, li aliyekî din dergeha Til Koçerê ya di navbera herêmên Rêveberiya Xweseriya û Iraqê de girt.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir got: “Dema şer û nakokî li welatan çêdibin, divê alîkariyên mirovî bigihêjin wir. Ji bo vê yekê divê dergehên vekirî hebin. Lê tişta niha rû dide berovajî wê yekê ye, bi biryara Meclisa Ewlehiyê dergeha Til Koçerê hateiye girtin.”

Bekir da xuyakirin ku vekirina dergeha Bab El-Hewa sedema berdewamkirina şerê li Sûriyê ye û got, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ`ê kir, lê niha herêmên di bin kontrola QSD`ê de ji alîkariyên mirovî bê par hatin hiştin.

Bekir destnîşan kir ku hêzên wekî Amerîka û Rûsya her tim dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin, ji ber wê dixwazin şer û nakokiyên li herêmê berdewam bikin û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser ji bo parastin û yekitiya axa Sûriyê û avakirina pergaleke demokratîk bi tevlêbûna hemû pêkhatiyên wê dixebite. Ji ber vê yekê em dibînin ku her tim şerê siyasî û şerê aborî li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin."

Bekir îşaret pê kir ku berdewamkirina girtina dergeha Til Koçerê li ser milyonan sûrî û penaberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef e û li dijî pîvanên mirovî ye û ev yek li gotina xwe zêde kir: “Ev biryar dê bi awayekî neyînî bandorê li gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, ji ber ku dergeha Bab El-Hewa di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye.”

Hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Rustem Bekir di dawiyê de bang li NY kir ku biryarê careke din di ber çavan re derbas bikin da ku alîkarî bigihêje hemû sûriyan.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke xwe de got, di encama fişara Rûsya û dewleta Tirk ya li ser Meclisa Ewlehiyê de dergeha Til Koçerê hatiye girtin. Her wiha Rêveberiyê ev biryar red kiribû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WYbsWwgR5P4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>