Rojnameyên erebî: Rûsya têkildarî bombebaranê peyam da Îsraîlê

Rojnameyên erebî yên îro behsa bombebarana Îsraîlê ya li ser Sûriyê, aloziya avakirina hikumeta Lubnanê û hewldanên Erdogan ên serwerkirina beşek ji bajarê (Marach) Varosha yê li ser beravê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsya têkildarî bombebaranê peyam da Îsraîlê
22 tîrmeh, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

PIŞTÎ BOMBEBARANÊ, RÛSYA PEYAM DA ÎSRAÎLÊ

Têkildarî mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Wezareta parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku serkeftina hêzên hikumeta Şamê di bersivdayîna êrişa Îsraîlê ku beriya du rojan li ser navendeke lêkolînan li nêzî Helebê pêk hatiye, bi xwe re gelek peyamên li dijî Îsraîlê anîn.

Di daxuyaniya wezareta parastinê de ya der barê êrişa Îsraîlê de, acizbûna Rûsyayê ji berdewamiya êrişên Îsraîlê li ser xaka Sûriyê ku ne li gorî hin peymanên Moskov û Til Evîvê ne, derdikeve holê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku.

Di daxuyaniya ku ji aliyê serokê navneda Rûsya ya Lihevanînê li Sûriyê Vadim Kolette hatiye weşandin, hate gotin sîstema hêzên hewayî yên Sûriyê 7 moşekên ku balafirên Îsraîlê avêtine baregehên di hundirê Sûriyê de, têk birine û hate desnîşankirin ku yek moşekê hedefa xwe pêk aniye.

GELO NECÎB MÎQATÎ WÊ ERKA SEAD EL-HERÎRÎ YA AVAKIRINA HIKÛMETA LUBNANÊ WERBIGIRE?

Girêdayî aloziya avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn roja Çarşemê ragihand ku parlemento nîqaş dike ku serokwezîrekî nû ji bo avakirina hikumetê erkdar bike û dê di dema xwe ya ku hatiye diyarkirin de, were lidarxistin. Tê gotin wê serokwezîrê berê Necîb Mîqatî weke hilbijêrekî li şûna Seed El-Herîrî, were erkdarkirin.

Piştî ku El-Herîrî roja Pênçema borî lêborîn li ser avakirina hikumeta nû xwest, bangên hundirîn û derve ji bo lezkirina di avakirina hikumeta nû de hatin kirin.

GURBÛNA ALOZIYA DI NAVBERA DEWLETÊN ROJAVA Û TIRKIYÊ DE DER BARÊ DOSYAYA QUBRISÊ

Têkildarî dosya Qubrisê, rojnameya El-Itîhad a Îmarat got: "Duh Wezîrê Karên Derve yê Qubrisê Nikos Christodoulides got, welatê wî têkildarî veguhestina mafê serweriyê li ser beşek ji bajarê Varocha yê li ser beravê, bangewaziyek ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re, şandiye."

Christodoulides piştî civîna bi wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias re got: "Ev binpêkirineke berbiçav ji biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re ye û wê bandoreke neyînî li ser xebata jinûvedestpêkirina lihevkirinan, bike.

Dendias ragihand ku armanca dewleta Tirk ew e ku tevlîheviyeke nû derxe.

)bx)