PYD: Serdana Wezîrê Hundirîn ê Tirk ji bo Efrînê binpêkirina pîvanên navneteweyî ye

Meclisa Giştî ya PYD'ê serdana Wezîrê Hundirîn ê Tirik ji bo Efrînê şermezar kir û bi binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kir.

PYD: Serdana Wezîrê Hundirîn ê Tirk ji bo Efrînê binpêkirina pîvanên navneteweyî ye
21 tîrmeh, 2021   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkikdarî serdana Wezîrê Hundirîn ê Tirk Suleyman Soylu ji bo Efrîn û Ezazê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka aloziya Sûriyê û destwerdanên navneteweyî û herêmî ve, dewletaTirk xwedî siyaseteke taybet e ku xizmeta timaniyên wê yên demdirêj dike. Dewleta Tirk hêzeke dagirker a herî bi zirar û bi xwîn e, siyasetên qirkirinê dimeşîne, kiryarên hovane pêk tîne, hemû qanûn û belgeyên navneteweyî bin pê dike bêyî ku pîvanên exlaqî û mirovî di ber çavan re bigire. Kuştin, koçberkirin, wêrankirin û guhertina demografî pêk kîne, avê wekî çek ji bo tîkirina sivîlan bi kar tîne. Kiryarên wê gihişt asta ku goristanên şehîdan xirab bike û gorên wan veke, wekî tê zanîn ev kiryar sûcên şer û sûcên dermirovî ye.

Di binpêkirineke tund ji qanûnên navneteweyî re,  Wezîrê Hundirên ê dagirkeriya Tirk serdana bajarê Efrînê û gundewarên bakurê Helebê dike wekî ku ev herêm girêdayî wîlayetên Tirk in. Ev yek rastiya siyasetên Tirk ên berfirehkirinê eşkere dikin. Ji van siyasetan armanc dike ku van herêman mîna Lîwa Îskenderon tev li Tirkiyê bike û tirk bike û rewşeke wiha bide ferzkirin. Di heman demê de ji bo ku komên terorîst teşwîq bike ku kiryarên derexlaqî li dijî şênî û gelê me yê li Bakurê Sûriyê pêk bîne.

Em Meclisa Giştî ya PYD'ê vî kiryarî bi tundî şermezrar dikin, ku aloziya Sûriyê kûrtir dike û birîna gelê Sûriyê kûrtir dike, her wiha dagirkeriya ne mirovî û guhertina demografî disepîne.

Em bang li hemû aliyan û dewletên têkildarî kar û barên Sûriyê dikin ku erka xwe bi cih bînin û van kiryaran bi dawî bikin. Bêdengî dihêle ku Tirkiyê zêdegaviyên xwe bidomîne. Ji ber vê yekê kedeke lezgîn tê xwestin da ku çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê re were dîtin û herêmên dagirkerî ji Tirkiyê werin rizgarkirin da ku gel û şêniyên me yên bi zorê koçber bûne, vegerin ser xaka xwe û bajarê xwe."

ANHA